KODAR'ê li ser Girtîgeha Evînê hişyarî da û bang kir: Dakevin qadan

Komîteya Girtiya a KODAR’ê bal kişand ser êrîşa hêzên Îranê ya doh li Girtîgeha Evîn hate kirin û ji gel xwest ku li hemberî van hewldan û senaryoyan baldar be. KODAR'ê têkildarî hewldanên ji bo qetilkirina girtiyan hişyarî da.

Komîteya Girtiyan a Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), têkildarî êrîşa hêzên Îranê ya li ser Girtîgeha Evînê hişyarî da û bang li gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir ku biherikin qadan.

Daxuyaniya Komîteyan a Girtiyan a KODAR’ê wiha ye:

"Li gel êrîş û şewata mezin a hêzên rejîma faşîst a Îranê ya li ser Girtîgeha Evînê, gule li girtiyan barandin, bi qasî bûyereke trajîk, ji ber qedexeya medyaya rejîmê û kêmaniyên heyî têkildarî asta bûyerê agahiyên zelal nehatine girtin. Êrîşên serkutkirinê yên şeva bihurî û bi zanebûn qetilkirina girtiyan a li Girtîgeha Evînê li dijî hemû gelan û lêgerînerên azadiyê bûye navenda nelirêtî û serdegirtin û zilmê.

Rejîm ji bo girtiyên siyasî, aktivîstên sivîl ên girtî bitepisînin û serkut bikin, vekirî serî li rêbaza avakirina kaos û seneryoyan daye. Piştî xwepêşandanên 28 roj in li pey xwe hişt, bi hezaran ciwanên hezkiriyên azadiyê hatin girtin û şandin girtîgehê, bê şik û guman rejîmê li hember van ketiye pey seneryoyên xeternak. Rejîm divê baş zanibe bi van seneryoyên zextê wê nikare pêşiya serhildanên gel bigire. 43 sal in, girtîgeh li dijî rejîma zextê, bûye navendên lêgerîna berxwedan û azadiyê. Seneryoya rejîmê ya şeva bihurî, tê wateya dewama qetlîama girtiyên siyasî ya sala 1988’an. Divê gelê bi xîret û serhildêr ê Îranê baş zanibe ku ev bi van cûre kiryarên tirsê û terorê dixwaze serhildanê bitepisîne.

Dema bûyera 1’ê Cotmehê ya Girtîgeha Navendî ya Sandadaj, Lakan Resht û herî dawî jî bûyerên li Girtîgeha Evîn a Tehranê binêre, bê şik û guman ev yek li dijî hemû girtiyên jin-mêr û dîsa aktivîstên siyasî yên li girtîgehên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji bo wê em Komîteya Girtiyan a Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji ber kiryarên komployî û zextên li ser girtiyan hişyarî didin. Rejîma Îranê di serî de ji jiyana Zeyneb Celaliyan û hemû girtiyên siyasî berpirs dibînin. Ji bo wê di serî de bang li hemû gelê Kurd gelê hezkiriyên azadiyê yên Îranê dikin ku ji bo parastina rûmet û jiyana girtiyên siyasî, dîsa parastina destketiyê serhildana 28 roj in li dû xwe hiştiye, biherikin hemû qadan. Yekîtiya gelan dikare hewldanên kuştina hêzên muxalîf û girtiyan pûç bike."