Tevgera Azadî: Divê em hişyar bin û çalakiyên mezin bikin

Tevgera Azadî têkildarî îtîraf û gefên Sefîrê Bilind ê Tirk ê Iraqê daxuyanî da û got: “Divê gelê me li hemberî van planên dewleta faşîst hişyar be, divê em çalakiyên mezin bikin.”

Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê Bexdayê Elî Riza Guney piştî qetilkirina Akarselê serdana Hewlêrê kiribû û bi Mesrûr Barzanî û Mesût Barzanî re hevdîtin pêkanîbû. Piştî vê hevdîtinê, rojnamevanekê têkildarî qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarselê ya 4’ê Cotmehê, pirsek ji Sefîrê Bilind ê Tirk kir.

Sefîrê Bilind ê dewleta Tirk ê Bexdayê Elî Riza Guney di bersiva dayî rojnamevan de, çêkirina bi dehan baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Iraqê û dagirkeriya ku hîna dewam dike, ji nedîtî ve hat û got: “Em ji hin hêmanên di hundirê Iraqê de zêdetir girîngî didin serwerî û xaka Iraqê.”

Sefîrê Bilind ê Tirk qala hevdîtinên bi Barzaniyan re jî kir û got: “Min bendewariyên xwe ya di şerê li hemberî endamên PKK’ê re got.” Piştre bi diyarkirin ku “PKK û navendên bi PKK’ê re têkildar di hedefa me de ne”, bi navê asta herî bilind a nûneriyê, qetlîamên berê yên li Silêmaniyê hatinî kirin û qetilkirina Nagihan Akarselê girte ser xwe.

Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê derbarê gefên sefîrê Tirk de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî Cuma Kerîm daxuyaniyê xwend û wiha got: “Balyozê Tirk li ber medya Herêma Kurdistan û taybet medya desthilatê, gef li hemû azadîxwaz û pêşengên vî gelî dixe û naveşêre. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîlayên azadiyê gav bi gav paşdikevin û dişkên. Çi dema ku li meydana şer bindikeve, ji bo veşartina vê şikestinê, hewl dide di nava bajarên Herêm Kurdistanê de bûyerên terorî encam bide. Ev pêşketinên tirsnake û divê gelê me di asta xwînrêjî û planên vê dewleta faşîst de hişyar û çalak be. Divê xwepêşandanên mezin lidarbixe û rijandina xwîna zarokên vî gelî şermezar bike.

Pêwîste Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê, bi fermî di hemû astên siyasî û dîplomasiyê de hemberî vê destwerdan û dagirkeriyê ku li ser şeref û rûmeta hemû welatiyan dike, derbikeve. Êdî dema wê ye ku helwestek cidî were nîşandan. Gelê me wê bê pêşeng, parêzer û welatparêz nemîne, em bang li gelê xwe dikin, yekbin û dijî dagirkeriyê, xeta xiyanet derbikevin. Dem dema azadî û serkeftinê ye.”