KCK: Bûyera li Bartinê qetlîam e û kujer jî AKP û MHP ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sersaxî ji malbatên karkerên ku di qezaya madenê ya Bartinê de jiyana xwe ji dest dane xwest û got “Bûyera li Bartinê qetlîam e û kujer jî AKP û MHP ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê teqîna madenê ya li Bartinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji ber teqîna grîzû ya li madena komirê ya Amasraya Bartinê pêk hatiye, bi dehan karkeran jiyana xwe ji dest dane û gelek karker jî birîndar bûne. Em ji ber vê bûyerê gelekî xemgîn in. Em sersaxiyê ji malbatên karkerên jiyana xwe dane dixwazin û şifaya xêrê ji bo birîndaran dixwazin.

Li Tirkiyeyê keda karker û kedkaran tê mêtin û di heman demê de karker û kedkaran ber bi mirinê ve dibin. Ne rast e ku dema karker jiyana xwe ji dest didin, mirov vî tiştî bi qezayên kar û îxmalkariyê rave bike, ev tê wateya berevajîkirina rastiyê. Karker û kedkar ji bo kar û qezenca pergala mêtingerî û sermayeyê bi qestî ber bi mirinê ve dibin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê mirov dev ji parastina wan heqê karker û kedkaran berde, ew bi xwe wê pergalê diparêzin ku karker û kedkar ji bo qezencê ber bi mirinê ve dibin û ew bi xwe ev pergal in. Li Tirkiyeyê karker û kedkar, ji ber polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê her roj jiyana xwe ji dest didin û tên qetilkirin. Her mirina ku pêk tê encama polîtîkayên AKP û MHP’ê ye û ev qetlîam e.

Polîtîkayên AKP û MHP’ê ne alîgirê gel, jin, karker, kedkar, bindestan e. Berevajî wê polîtîkayên wan alîgirê sermayedar û mêtingeran e. Jixwe vê koma ku li ser gel mêtingeriyê dike, di nav AKP û MHP’ê û li derdora wê kom bûne. Ji ber vê jî wekî mirinên berê yên karkeran, desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê berpirsê mirina karkerên li Amasraya Bartinê ne. Ev tişta ku pêk hatiye qetlîamek e û kujer jî desthilatdariya AKP û MHP’ê ye.

Wekî her qetlîama karkeran piştî qetlîama li Bartinê jî  AKP û MHP tevî hevalên xwe yên talanker û mêtinger çûne qada qetlîamê, xwestine sûc û gunehên xwe veşêrin û pêşiya nerazîbûna gel bigirin.  Em bawer in di serî de gelê Bartinê wê civaka Tirkiyeyê hay ji vê nêzikatiya durû û sixte ya AKP û MHP’ê hebe û hesap ji berpirsên vê qetlîamê bipirsin.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ne tenê dijminê karker û kedkaran e, dijminê jin, Kurd, Elewî û hemû beşên bindest ên civaka Tirkiyeyê ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi van polîtîkayên dijminane Tirkiye veguherandiye qada talan û qirkirinê. Bi tevahî xwedî zîhniyeteke talanker û qetlîamker e û siyaseteke wiha dimeşîne.

Komkujiya kedkaran a li Bartînê carek din karaktera mêtinger û qetlîamker a AKP-MHP’ê derxist holê, her wiha nîşan da ku heta desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê neyê rûxandin, pergala îstîsmar û talanê nayê guhertin. Heta ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hebe, li Tirkiyeyê ne mirina karkeran wê bi dawî bibe û ne jî îstîsmar, bêedaletî û xizanî. Civak, gel, jin, komên olî, karker û kedkar vê talana antîdemokratîk û jiyana qetlîamker heq nakin û divê di zûtirîn dem de ji desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku vê pergalê ava kiriye û didomîne, rizgar bibin. Rêya bidestxistina vê jî bi têkoşîn û hevgirtina hêzên ku mafên wan tên desteserkirin, îradeya wan tê tepisandin û azadiya wan tê asteng kirin, wê pêk bê. Dem dema rizgarbûnê ji desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Parastina bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane û rizgarkirina siberoja welat ancax bi xilasbûna ji desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û avakirina pergala demokratîk a li Tirkiyeyê pêkan e.

Li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurd û gelê Kurdistanê em sersaxiyê ji malbatên kesên li Bartin-Amasra jiyana xwe ji dest dane û ji tevahî civaka Tirkiyeyê re dixwazin. Gelê Kurd van êş û azaran ji kûr ve hîs dike û parve dike û bi gelê Bartînê re di nava piştevaniyê de ye.”