Dewleta Tirk Biradost topbaran kir: Jinek bi giranî birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker, herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê topbaran kir û di encama topbaranê de jinek bi giranî birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker, herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê topbaran kir û di encama topbaranê de jinek bi giranî birîndar bû.
Li gor nûçeya RojNewsê, dewleta Tirk, îro nîvrokî, Gerwî Rob Rolan, Tarisa, Kemkora û Gelî Reş ê girêdayê herêma Biradostê topbaran kir. Hat ragihandin ku di êrîşê de jinek bi giranî birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneya Soran.
Hat zanîn ku Şermîn Esad a dêya 3 zarokan, li herêma Biradostê bi malbatê xwe re bi sewalvaniyê re mijûl bûye.