Girtiyên siyasî jî tevlî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûn

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her diçe belav dibe. Doh bi şev pêla serhildanê giha Girtîgeha Evîn a yek ji girtîgehên herî mezin ên Îranê ye ku girtiyên siyasî lê ye. Fikar hene ku gelek girtî hatibin qetilkirin.

Her roja diçe xwepêşandan mezin dibe. Vê dema dawî xwendekar jî tevlî xwepêşandan bû û li gelek cihan pêşengtiyê ji çalakiyan re dike. 

Li Sine xwendekarên daketin qadan dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin. 

Doh bi şev jî li Urmiye, Kirmanşan, Sine, Îlam, Seqiz, Mihabad, çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê gel daketin qadan û helwesta xwe ya li ber rejîma Îranê anî ziman. 

Li Îranê jî bi taybetî li paytext Tehranê, li bajarên Kîş, Erdebîl, Esfehan, Hemadan, Reşt û çend bajarên din xwepêşadan hebûn. Bi taybetî li Erdebîl hêzên rejîmê bi tundî êrîş bire ser xwepêşanderan û xwestin wan belav bikin. Di van êrîşan de ji ber êşkence û êrîşê çend qurbanî hatin dayîn.

Xwepêşandana li kolanan belav bû, doh bi şev gihîşt  pişt dîwar û deriyên zindanan ên girtî jî. Li Girtîgeha Evînê ya li bakurê Tehranê ku bi hezaran girtiyên siyasî lê ne, xwepêşandan destpê kir. 

Destpêkê dû bi ser girtîgehê ve ket û dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji girtîgehê bilind bibûn. 

Dîmenên agirbilindbûna ji girtîgehê û dirûşmên girtiyên siyasî li ser tevnên medya dîjîtal cihek mezin girt. Her wiha li ser tevnên medya dîjîtal dengê çekan ji nava girtîgehê bilind bû û li gorî agahiyan hêzên ewlekariyê bi tundî û çekan êrîşî girtiyan kiriye. Di van êrîşan de gaza bi bîber û tundî êrîşî girtiyan hatiye kirin.

Piştî êrîş û dengê çekan fikar hebûn ku gelek girtî bûbûn qurbanî.