Mouînî: Divê têkoşîna gelan bibe yek

Hevserokê PJAK'ê Mouînî, bûyerên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê diqewimin weke şoreşa jinan nirxand û got, "Em di serdemeke dîrokî de ne. Divê têkoşîna gelan bibe yek."

Xwepêşandanên protestoyî yên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên polîsan ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kirin, mehek li pey xwe hişt. Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mouînî têkîldarê bûyerên li Îranê bênavber diqewimin ji ANF’ê re axivî û bangên girîng kir.

Mouînî di destpêkê de kesên di serhildana li Rojhilat û Îranê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û diyar kir ku weke PJAK'ê ji bo demokratîkbûna Îranê û xwerêveberiya Rojhilatê Kurdistanê hin proje amade kirine. Mouînî diyar kir ku rejîma dîktator a Îranê bi tundî bersiva daxwazên demokratîk da û got, “Şoreşeke bi pêşengiya jinan e ku wê mohra xwe li dîroka heyî bide û pergala Îranê hejandiye. Şoreşeke ku ne tenê li Îranê, li tevahiya Rojhilata Navîn jî dê deriyê guhertinan veke.”

DIRÛŞMEYA JIN, JIYAN, AZADÎ ÊDÎ DIRÛŞMEYA AZADIYÊ YE

Hevserokê PJAK'ê Mouînî da xuyakirin, ku ew di serdemeke dîrokî re derbas dibin û wiha dewam kir, "Daxwaza tevahî beşên civakê guhertin e." Mouînî xîtabî gelê ku bi rojan e li Rojhilat û Îranê li ber xwe didin, wiha got:

“Çalakiyên we destpêka hemleya ronesansê ye ku wê bandorê li tevahiya herêmê bike. Dirûşma we ya 'Jin, jiyan, azadî' ne tenê bûye dirûşma tevgera femînîst, her wiha bûye dirûşma tevgera azadiyê. Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana we dê dawî li mêtîngerî, dîktatorî û paşverûtiyê bîne."

Hevserokê PJAK'ê Mouînî diyar kir ku dewamkirina çalakiyan tê wateya dayina berdêlên mezin, bang li beşên civakê kir ên ku heta niha tevlî çalakiyan nebûne û got, "Êdî dem hatiye ku hûn rabin ser piyan. Divê karker û tevahî kedkarên civakê beşdarî vê şoreşê bibin.”

EM HETA DAWÎ BI GELÊ BELÛCÎ RE NE

Mouînî xîtabî gelê Belûç kir û got, “Gelê Belûç heta niha zexteke mezin ji vê rejîma faşîst dîtiye. Niha jî gelê Belûç rastî komkujiyan tên. Bila Belûç û gelên din zanibin ku; Gelê Kurd û tevgera me wê heta dawiyê bi we re bin. Têkoşîna me wê tola Belûçên di vê dema dawî de hatin qetilkirin jî hilîne." 

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Mouînî bal kişand ser wê yekê ku dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' dikare bibe sembola vê pêşketina şoreşgerî ya hemû gelan û wiha got, ““Divê hemû gelê Kurd bi hev re tevbigerin. Ev şoreşa ku gelê Kurd pêşengiya wê dike, divê dawî li sîstema netewe-dewletê ya li Îranê bîne û ji bo Kurdan û gelên din bibe sedema avakirina sîstemeke demokratîk.”

DIVÊ TÊKOŞÎNA GELAN BIBE YEK

Mouînî qetilkirina jina ciwan a bi navê Nîka li Loristanê ji aliyê hêzên dewletê jî bibîr xist û wiha axivî, “Ev cînayet bêhurmetî û heqareteke mezine li hember gelê Loristanê. Divê gelê Loristanê jina ciwan Nika biparêze." Mouînî diyar kir ku herêma Tebrîzê jî ji bo hevgirtina gelê Kurd tevlî berxwedanê bû û got, “Em jî spasiyên xwe ji gelê Tebrîzê re radigihînin. Gelên Îranê di bin zexta heman sîstemê de êş û zordariya hevpar dîtine û lewma çarenûsa wan hevpar e. Azerî, Ereb, Belûç û Kurd bi hev re dikarin vê sîstemê hilweşînin."