Di nava salekê de li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêma Silêmaniyeyê 5 êrîşên reşkujî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin kirin. Di van êrîşan de 4 welatparêz û şoreşger şehîd bûn, 1 jî bi giranî birîndar rizgar bû.
Qetilkirina welatparêz û şoreşgeran a li Başûrê Kurdistanê rê li ber nerazîbûnên cidî vekir. Di vê çarçoveyê de çalakvan û kesayetên siyasî helwesta xwe tînin ziman.
‘BÊDENGÎ SEDEMA ÊRÎŞÊN TERORÎ NE’
Çalakvan û çavdêrê siyasî Hîwa Hesen bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê û got: “Ji ber bêserweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dewletên herêmê bi vekirî navendên xwe yên îstixbaratê hene û karê leşkerî li herêma Kurdistanê dikin. Dewleta Tirk a dagirker xaka Başûrê Kurdistanê kiriye navenda şerê xwe û êrîşên terorî dikin. Dîsa bêdengiya Herêma Kurdistan û Iraqê dike ku Tirkiye vekirî êrîşên terorî bike.”
Hesen anî ziman, ku divê rê ji karên sîxûrî û terorîstî neyê dayin û ev anî ziman: “Eger ev kar dewam bike dengê azadî li Herêma Kurdistan û Iraqê qut dibe.”
‘NABE DEWLETA TIRK LI SER AXA KURDAN, KURDAN QETIL BIKE’
Çalakvanê siyasî Hîwa Hesen diyar kir ku li Herêma Başûrê Kurdistanê êrîşên terorî zêde bûye û herî dawî çalakvana jin Nagîhan Akarsel hate qetilkirin û wiha domand: “Divê Herêma Kurdistan û Iraqê li ser van êrîşên tirsonek sînorek ji bo Tirkiye dane, nabe dewleta Tirk li ser xaka Kurdan, Kurdan qetil bike. Divê çalakvanên siyasî bên parastin.”
‘BÊ HELWESTÎ SEDEMÊ ESASÎ YE’
Çalakvanê sivîl Zanyar Cûme jî nerazîbûn û helwesta xwe ya li ber cînayetên siyasî yên ji aliyê Tirkiye ve li ser xaka Başûrê Kurdistanê tên kirin anî ziman û got: “Du sedemên esasî qetilkirina çalakvanên Kurd ên parçeyên din ên Kurdistanê heye. A yekem bê helwestiya hikûmeta herêma Kurdistanê û biryar ne di destê wan de ye. Li hemû welatan çalakvan ên ku berê xwe didinê, ji bo bijîn û karê xwe bidomînin, lê mixabin li welatê me, ti hiqûqek nîne ji bo kesên berê xwe didin welatê me û wana biparêzin. Li welatên din çalakvan li gel hikûmetê li hev dikin, ji bo parastin jiyana wan, mixabin li welatê me ne tenê çalakvan belkî welatiyên wan bi xwe jî nayên parastin.”
‘RÊVEBER KETINE BIN XIZMETA DAGIRKERÊN LI KURDISTANÊ’
Cûme anî ziman ku ji derveyî Herêma Başûrê Kurdistanê ciheke din nîne çalakvan û welatparêzên parçeyên din berê xwe bidinê û ev nirxandin kir: “Mixabin Herêma Kurdistanê jî ji aliyê çend kesan ve hatiye dagirkirin û ew jî di bin xizmeta dagirkerên li Kurdistanê de ye. Ji bo wê dagirkerên weke Tirkiye bi hesanî çalakvanan şehîd dikin.”
‘BI RÊYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BÊN PARASTIN’
Çalakvanê siyasî Zanyar Cûme anî ziman ku divê hikûmet bi rêya saziyên mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) penaberên siyasî yên berê xwe didin welatên wan biparêzin û got: “Divê ev kes li gorî hiqûqê bên parastin û cihên taybet ji bo wan bên amadekirin.”
CÎNAYETÊN SIYASÎ YÊN LI BAŞÛR
Hêjayî bibîr xistinê ye di nava salekê de 5 êrîşên terorî li dijî welatparêz û şoreşgerên Kurd pêkhatin. Bi rêzê ve wiha ne ew êrîş:
Di serî de 16’ê Îlona 2021’ê li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondû ku ji Bakurê Kurdistanê ye hatibû hedefkirin û ji êrîşê bi giranî birîndarî filitîbû.
Di 17’yê Îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa êrîşa endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û şehîd bûbû.
Bi rêzê ve şeva 17’ê Gulana 2022’an welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê xwaringeha Denîz Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hate gulebarankirin, 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû. Ji wê rojê heta îro jî derbarê vê bûyerê û dîsa kujeran de ti agahiyek nehate parvekirin.
Bi destê ajan û nokerên dewleta Tirk a mêtinger qirker di 28'ê Tebaxa 2022'an de ji welatparêzên Başûrê Kurdistanê û endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz (Mamoste Şemal) hate qetilkirin.
Herî dawî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê 4’ê Cotmeha 2022’an Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel şehîd bû.