2 girtî piştî êşkenceyê hatin sirgunkirin

2 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê piştî êşkenceyê sirgûnî girtîgeheke din hatin kirin.

Hate hînbûn ku Feyyaz Başak û girtiyê bi navê Akîf ê paşnavê wî nehat hînbûn, rojek berê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi êşkenceyê hatin sirgûnkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Duh danê sibê bi ser qawîşên girtiyan, girtine û girtî êşkence kirine. Girtiyên ku bi awayek lez alavên wan hatine komkirin, li wesayîta rîngê siwar kirin. Hate hînbûn ku Başak sirgûnî Girtîgeha Hejmar 2 ya Elezîzê, girtiyê bi navê Akîf jî sirgûnî Girtîgeha Hejmar 1'ê ya Elezîzê hatiye kirin.

Başak ji ber ku ew li dijî guhertina qawîşê derketiye, demek berê ji aliyê gardiyanan ve rastî êşkenceyê hat û ew xistibûn hucreya yekkesî.