KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kongreya 4'emîn a PADÊ destpê kir
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) kongreya xwe ya 4'emîn lidar dixe. Kongreyê bi beşdariyeke girseyî destpê kir. -
Dîmenê çekên li Werxelê hatin bidestxistin
Gerîla TV dîmenê çekên dagirkeran weşand ku li Qada Berxwedanê ya Werxelê meha Gulanê di encama çalakiya sabotajê de hatin bidestxistin. -
Heften: Daxwazên esasî yên gel azadî, demokrasî û edalet e
Ji rêveberiya PJAK'ê Mezlûm Heften destnîşan kir, ku paşeroja gelên Îranê bi hev ve girêdayî ye û got, "Rêya herî baş û guncav a çareseriyê, çareseriyeke demokratîk û jiyana bi hev re ye." -
Fermandara berxwedêr a çiyayên Amedê: Dîren Wan
Dîren Wan dema ku biryar da bibe gerîla, armanca xwe ya herî mezin pêk anî û berê xwe da çiyayên Amedê. 11 salan weke fermandareke YJA Starê li çiyayên bilind û asê yên Amedê têkoşiya. -
Karasû: Tecrîd polîtîkayeke qirkirinê ye -HATE NÛKIRIN
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan, qirkirin e. Ev tecrîda giran, polîtîkayeke qirkirinê ye. Nêzîkatiyeke qirkirinê ye." -
Li Amedê êrîşa li dijî Ferhat Encu hat şermezarkirin
Rexistina HDP'ê ya Amedê êrîşa li dijî Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu bi daxuyaniyekê şermezar kir. -
Li Bokanê kesek bi êşkenceyê hate qetilkirin
Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Mûhammed Haci Resûl ê ku hate destgîrkirin, hate ragihandin ku bi êşkenceyê hatiye qetilkirin. -
Êrîşa li dijî Encu hate şermezarkirin: Em ê sîleyê li AKP'ê bixin
Êrîşa polîsan a li Stenbolê ya li hemberî Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Ferhat Encu bi çalakiyan hate şermezarkirin. -
Li Zapê 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên azadiya Kurdistanê hin çalakî li dar xist. Di van çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li çeperek û çekeke bombeavêj hate xistin. -
Li Şirnexê di qezaya trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Şirnexê, di navbera navçeyên Cizîr û Silopiyayê de qezayeke trafîkê rû da. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, yek jî birîndar bû. -
Nasnameya 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn hate eşkerekirin -NÛ BÛ
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir, ku li Metînayê şehîd bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wê timî di bîra gelê me de bin û bibin hincet ji bo têkoşîneke hîn xurtir." -
Komkujiya Perexê, PDK û plana sereke
Bi Komkujiya Perexê re dewleta Tirk, wê tevî PDK û hikûmeta navendî ya Iraqê ji Heftanînê heta Qendîlê, ji Qendîlê heta Şengal û xeta Mexmûrê û ji wir jî ber bi Rojava ve dest bi operasyoneke ‘pelçiqandinê’ bikirina. -
Nêzî 100 malbat li nehiya Til Izêr a Şengalê vedigerin
Li Şengal a aram û ewle, nêzî 100 malbatên li wargeha Serdeşt a Çiyayê Şengalê xwe amade kirin ku li malên xwe yên li Til Izêr vegerin. Vegera ji wargeha Serdeştê destpê kir. -
Ciwan li Wanê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Wanê, komek ji ciwanan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. -
'Eşkere bû ku gelên Rojhilat û Îranê karin çarenûsa xwe diyar bikin'
Endamê Çapemeniya Azad a Rojhilatê Kurdistanê Kawyan Kamdîn destnîşan kir ku gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hêviya jiyaneke nû ya azad û demokratîk dan û got, "Diyar bû ku gel kare çarenûsa xwe bi xwe diyar bike." -
Senendecî: Li Rojhilatê Kurdistanê pêwîstî bi yekîtî û stratejiyeke hevpar heye
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Seîd Senendecî diyar kir, ku ji bo çareseriyeke mayinde berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê partî û saziyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê û got, "Ew jî bi yekîtî û stratejiyeke hevpar dibe." -
'Desthilatdarî neçar e ku fikaran ji holê rake'
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr ev pirs kir; "Ya ku li Îmraliyê tê veşartin çi ye?" û got, "Desthilatdarî neçar e serlêdana parêzeran, malbatê û ya me qebûl bike û dawî li fikarên bi milyonan mirovan bîne." -
Li Mexmûrê Şehîd Rizgar Denîz hat bibîranîn
Şehîdê Çapemeniya Azad Rizgar Denîz di 5'emîn salvegera şehadeta xwe de li Mexmûrê li ser gora xwe hat bîranîn. -
Dîmenê bombeyên gazê yên qedexekirî ku dewleta Tirk bi kar tîne
Bombeyên gazê yên ku dewleta Tirk a dagirker di şer de li dijî gerîla bi kar tîne, hate belgekirin. -
Li Zapê bi çekên giran çalakî hate lidarxistin
Hêzên gerîla li herêma Zapê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, dagirkerek hate cezakirin. -
Li Kerkûkê teqîn: 8 polîs mirin, 2 jî birîndar bûn
Li Kerkûkê, dema wesayiteke polîsan derbas dibû, teqînekê rû da. 8 polîs mirin, 2 jî birîndar bûn. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Sabrî Yûmak hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Sabrî Yûmak ê li gabarê di şer de şehîd bû, li Şirnexê hate veşartin. -
Birayê şehîd Agir Tilizêr: Em heya dawî bi gerîla re ne
Birayê gerîlayê HPG'ê Agir Tilezêr Rojhat Feqîr diyar kir ku dewleta bi sedan sal e dijminatiyê li Kurdan dike û got: "Em ê heya dawî li hemberî dijminê dagirker şer bikin." -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Amediyê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand ku li Qada Girê Amediyê ya Metînayê ji 3 baskan ve li dijî leşkerên Tirk ên dagirker hate lidarxistin û di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin. -
AKP'ê rêya Wan-Colemêrgê kiriye rêya mirinê
Rêya bejahî ya Wan-Colemêrgê ku desthilatdariya AKP-MHP'ê 20 sal in kiriye rêya rantê, hema hema her roj dibe cihê qezayên trafîkê.