Dîmenê çekên li Werxelê hatin bidestxistin

Gerîla TV dîmenê çekên dagirkeran weşand ku li Qada Berxwedanê ya Werxelê meha Gulanê di encama çalakiya sabotajê de hatin bidestxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya 27'ê Gulanê de li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"26'ê Gulanê saet di 12:20'î de dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin. Hêzên me jî bi taktîka sabotajê li dagirkeran dan. Piştre saet di 12:45'an de bi çekên ferdî li dagirkeran dan ku di nava liv û tevgerê de bûn. Li dijî dagirkerên ku xwestin êrişî çeperên şer bikin, saet di 13:00 de bi sabotajê, saet di 13:15'an de jî bi çekên giran çalakî hatin lidarxistin.

Di encama van çalakiyên hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî bi giranî birîndar bûn. Hêzên me di heman demê de çûn ser dagirkeran û çekek MPT 55 û berguhkek dagirkeran desteser kirin. Piştî çalakiyê dagirkeran xwestin bi helîkopteran kuştiyên xwe ji herêmê bibin. Hêzên me li helîkopteran jî reşandin û helîkopter neçar man ji qadê biçin."