Nasnameya 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn hate eşkerekirin -NÛ BÛ

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir, ku li Metînayê şehîd bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wê timî di bîra gelê me de bin û bibin hincet ji bo têkoşîneke hîn xurtir."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev agahî hatin dayin:

"Li dijî êrîşa dijmin a 10'ê Kanûna 2022'an a li ser Tepê Ortê yê Metînayê, hevrêyên me Arîn, Rênas û Serdar bi rengekî dîrokî li ber xwe dan û ji bo cezakirina gelek leşkerên dijmin bi roleke girîng rabûn. Her sê hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me yên hêja bi pratîka xwe nîşan dan ku milîtanên Apoyî wê her tim li ber êrîşên dijmin rabin û bi ti awayî dest ji parastina gelê me bernedin. Van hevrêyên me weke şervanên herî bijarte yên milîtaniya Apoyî cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girtin. Hevrêyên me Arîn, Rênas û Serdar ku her yek ji wan ji parçeyekî cuda yê Kurdistanê ne û ji bo azadiya gelê me li heman çeperê şer kirin, weke sembola yekîtiya azad û demokratîk a gelê Kurdistanê wê her tim di bîra gelê me de bin û bibin hincet ji bo têkoşîneke hîn xurtir.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne, wiha ne:

Nasnav: Arîn Mîtan
Nav paşnav: Îslîm Hiso
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Rojher-Mahmûd
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Kanûna 2022 / Metîna

Nasnav: Rênas Amed
Nav paşnav: Huseyîn Seçkîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Salîha-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Kanûna 2022 / Metîna

Nasnav: Serdar Rojhilat
Nav paşnav: Sîna Şerîfpûr
Cihê jidayikbûnê: Dîwandere
Dayik-Bav: Azîze-Mihemed Elî
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Kanûna 2022 / Metîna

 

ARÎN MÎTAN

Hevrêya me Arîn ji nava malbateke ji eşîra Kêtikî ya welatparêz a Kobanê, ku bi berxwedana xwe bû hêviya azadiyê ji tevahiya mirovahiyê re, ji dayik bû. Ji ber ku xizmên xwe tevlî nava refên gerîla bûn û derdora wê welatparêz bû, hevrêya me Arîn di temenê biçûkanî de partiya me PKK nas kir. Nêzîkatiya gerîlayên ku dema biçûk bû diçûn mala wan, hurmet û samîmiyeta gerîla ya ji bo her kesî, hîn wê demê bala hevrêya me Arîn kişandibû. Bi çîrokên lehengiyê yên gerîla zarokatiya xwe derbas kir û armanca wê ya herî mezin jî ew bû ku bibe yek ji lehengên van çîrokan. Hevrêya me Arîn her roj ev xeyala xwe mezin kir û ji salên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava û pê ve xwest ku cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigire. Ji ber ku fikrên Rêber Apo bingeha Şoreşa Azadiyê ya Rojava ye, hîn bêhtir bi Rêbertî û partiay me ve hate girêdan, li ser vê bingehê sala 2013'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Arîn piştî ku tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya şervanên nû qedand, partiya me baştir nas kir û bi taybetî kete bin bandora berxwedana zindana Amedê ya bi pêşengiya kadroyên pêşeng ên partiya me Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek. Her wiha zor û zehmetiyên salên destpêkê yên damezrandina partiya me bandoreke mezin lê kir. Tevlîbûna li nava partiyeke bi vî rengî ku bi kedeke mezin û berdêlên giran ava bû û îro veguheriye temînata azadiyê ya mirovahiyê, ji bo xwe weke serbilindiyê dît. Hevrêya me Arîn gihîşt wê baweriyê ku divê xwe li ser îdeolojiya Rêbertî kûrtir bike, bibe milîtaneke pêşeng, ji bo vê yekê jî kete nava hewldaneke berfireh. Hevrêya me Arîn ku bi daxwaz û kelecaneke mezin tevlî nava refên gerîla bû, di jiyana gerîla û çiyê de zehmetî nekişand. Samîmiyeta têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û jiyana komunal kir ku hevrêya me Arîn hîn bi xurtî bi jiyana çiyê û gerîla re bibe yek, deriyê jiyaneke azad û nû vekir. Bi perwerdeya li nava refên gerîla xwe hîn baştir nas kir û taybetmendiyên xwe yên kesayetiyê baştir analîz kir, her roj guhertin di kesayetiya xwe de çêkir û di pîvanên jin a azad de xwe kûr kir. Jİ bo hêjayî xeta jinê ya azad a PAJK'ê bibe, ji bo Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me fêhm bike û bike bingeha jiyana xwe, gelekî hewl da. Ji xwe re kir karekî esasî ku ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe, ji bo bibe milîtaneke YJA Starê ya pêşeng xwe perwerde kir. Hevrêya me Arîn diyar kir ku weke jinekê herî zêde dikare di nava refên PKK'ê de xwe biparêze û li ser vê bingehê perwerdeya hunera lêdanê ya nêz û dibistana operasyonê wergirt û xwe di hunera leşkerî de kûr kir. Hevrêya me Arîn ku timî li ser taktîkên şer ê gerîla kûr bû, her tim dixwest li qadên herî giran ê şer cih bigire. Li ser vê bingehê demekê tevlî nava şerê li dijî DAÎŞ'ê bû, bi sekn û tevlîbûna xwe ya li vê têkoşînê bû milîtaneke jin a mînak. Dema ku dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir, berê xwe careke din da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Arîn piştî ku gihîşt çiyê, yekser xwest ku cihê xwe li gel hevrêyên xwe yên di çeperan de bigire û di demeke kurt de xwe di taktîkên dema nû yên gerîla de kûr kir. Piştî ku ji aliyê leşkerî ve xwe amade dît, derbasî herêma Metînayê bû û tevlî nava Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û fedakar a li pêvajoya pêngavê bû milîtaneke YJA Starê ya mînak û bi erka pêşengiyê rabû. Di êrîşa dijmin de ya li ser Tepê Ortê, bi rengekî fedaî bi ser dijmin ve çû, di cezakirina gelek leşkerên dijmin de pêşengî kir. Heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Bi kesayetiya xwe ya sade û durust wê her tim bê bîranîn.

RÊNAS AMED

Hevrêyê me Rênas li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl da. Kekê wî (Elîşêr - Rojhat Seçkîn) û gelek ji xizmên wî şehîd bûn. Ji ber vê taybetmendiya malbatê, hevrêyê me Rênas hîn di biçûkanî de partiya me PKK nas kir. Êrîşên dijmin ên li djiî gelê me û siyaseta qirkirinê ji nêz ve dît, ev êrîş û polîtîkayên qirkirinê li wî jî hatin kirin. Her wiha tecrîdkirina Rêberê me û sîstema zordar ti carî qebûl nekir, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê teqez têbikoşe. Bi hêrsa li dijî dijmin weke ciwanekî Kurd bi berpirsyariya ji bo gelê xwe tevlî nava karên ciwanan bû. Bi karê xwe yê serketî bû mînak ji ciwanên Kurdistanê re. Hevrêyê me Rênas têkoşîna xwe ti carî têrker nedît, her tim kete nava lêgerîna wê yekê ku têkoşînê mezin bike. Têgihişt ku tenê bi mezinkirina têkoşînê dikare xwedî li xeta fedaîtiyê ya hevrêyê me yê şehîd û Rêbertî derkeve. Baweriya xwe pê anî ku ev yek jî bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe û sala 2013'an beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rênas perwerdeya şervanên nû li Metînayê wergirt, zû hînî jiyana gerîla û li çiyê bû. Ji xwe re kir armanca sereke ku ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe, li ser vê bingehê li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî tevlî perwerdeya operasyona giştî bû. Di vê pêvajoya perwerdeyê de bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz, di taktîkên şer ên gerîal de xwe bi pêş ve bir. Sala 2014'an pitşî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser gelê me, ji bo tevlî têkoşîna gelê me bibe, li dijî DAÎŞ'ê şer kir. Hevrêyê me Rênas beşdarî gelek pêngavan bû û weke milîtanekî Apoyî bi rola pêşengiyê rabû. Di vê pêvajoya şer de bi taybetî bi pisporiya sabotajê pêşî li gelek êrîşên çeteyan girt, gelê me ji gelek êrîşên çeteyan parast. Hevrêyê me Rênas ku di tevlîbûnê de rêbazeke fedaî danî ber xwe, tevî ku carekê birîndar bû jî di têkoşînê de tawîz neda. Pitşî ku di têkoşîna dijî çeteyan de serketin bi dest xist, bi dilrehetiya bicihanîna wezîfeya xwe careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Rênas xwest ku di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bike, bike milîtanekî pêşeng û li ser vê bingehê li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de ji bo rastiya Partiyê û Rêbertî fêhm bike gelekî hewl da. Ji xwe re kir bingeh ku meşa têkoşînê di çarçoveya pîvanên partiyê de pêk bîne û di têkoşînê de li ser vî esasî meşiya. Her wiha weke milîtanekî tevlî pêvajoya dîrokî bû û xwest bi xurtî bibe bersiv. Hevrêyê me Rênas li ser hevrêtiya kêm a bû sedema dîlgirtina Rêberê me kûr bû, di jiyana xwe de hewl da vê kêmasiyê ji holê rake û bibe hevrêyekî rast ê hevrêyan û Rêbertî. Têgihişt ku ev yek jî tenê bi tevlîbûneke xurt û sivikkirina barê hevrêyên xwe dikare bê pêkanîn. Li ser vê bingehê piştî ku li qadên Garê û Heftanînê gerîlatî kir, bi israr xwest derbasî qada Metînayê bibe ku şer lê giran bû.

Weke fermandarê yekîneyê li herêma Metînayê tevlî gelek çalakiyan bû. Di van çalakiyan de bi serketina xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Bi vî rengî bû yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê. Tevlîbûna xwe ya li xeta fedaîtiyê herî dawî di dema êrîşa dijmin a li ser Tepê Ortê de dewam kir û bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin ve meşiya. Ti carî teredût nekir û bi sekna xwe ya bi biryar a di têkoşînê de bû mînak û çavkaniya hêzê ji hevrêyên xwe re. Li Tepê Ortê di êrîşa dijmin de şehîd bû û tevlî nava karwanê nemiran bû.

SERDAR ROJHILAT

Hevrê Serdar li bajarê Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ku taybetmendiyên xwe yên netewî parastiye de hat dinê. Hevrêyê me Serdar jî ji ber vê taybetmendiya xwe ya malbatê bi kevneşopî û çanda Kurdewarî mezin bû. Lê belê ji ber zimanê zikmakî ya ku li malê pê diaxive û li dibistanê bi zimanek cuda perwerde dibîne û her wiha zextên li hemberî gelê me tên pêşxistin bû sedem ku hevrêyê me Serdar di temenê xwe yê biçûk de nakokiyan bijî. Ji ber ku gelê me li her derê weke çîna duyemîn tê dîtin, ev nakokî zêde bûne û hewl daye ku sedemên vê yekê fêm bike. Di vê pêvajoyê de dest pê kir ku rastiya dijmin, rastiya gelê Kurdistanê baştir fêm bike û analîz bike. Hevrêyê me Serdar anî ziman ku ev rewş ti carî nayê qebûlkirin û pê hesiya ku têkoşîn pêwîst e. Her çiqas pêşî di nava hin rêxistinên ku li Rojhilatê Kurdistanê têdikoşin cih girtibe jî, lê fêm kir ku rewşa van rêxistinan gelekî herêmî maye, nikare bala hemû gelê Kurd bikişîne û ji rastiya şoreşa Kurdistanê dûr e. Li ser vê yekê xwest ku partiya me PKK’ê nas bike û di dawiya van lêgerînan de biryar da ku beşdarî Partiya me bibe.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, herî zêde ji lihevhatina teorî û pratîka Partiya me bandor bû. Weke gerîlayekî azadiyê di wê baweriyê de bû ku divê li dijî êrîşên li dijî gelê me û Tevgera me bi awayekî aktîf têbikoşe. Ji bo vê jî xwe di warê leşkerî de perwerde kir û bi pêş xist û bû gerîlayekî jêhatî yê serdema nû. Di bikaranîna çekên otomatîk ên navîn de pispor bû, ku bi taybetî di şerê gerîla de pir bi bandor têne bikar anîn. Parvekirina tiştên ku bi hevrêyên xwe re hîn bûye, hem weke erkekî hevrêtiyê û hem jî weke erkekî şoreşgerî didît û ji bo vê jî ked da. Hevrêyê me Serdar ku dilsozê diyalektîka teorî-pratîkê bû ku rê li ber naskirina Partiya me vekir, di eniya şer de tişta hîn bû yekser xwest bixe meriyetê û di vê mijarê de gelekî bi israr bû. Ji ber vê israra xwe bi hevrêyên xwe re nîqaş daye meşandin, lê dîsa jî diyar kir ku divê weke gerîlayekî azadiyê di eniya şer de cihê xwe bigire. Li ser vî esasî berê xwe da herêma Metîna ku êrîşên dijmin lê dijwar bûn û şerê germ lê diqewime.

Piştî ku derbasî herêma Metîna bû, bi heyecan û moraleke mezin li benda wê kêliya ku li dijî dijmin bikeve nava şer rawestiya. Vê heyecan, coş û moralê bandor li hevrêyên wî jî kir. Hevrêyê me Serdar ku ji gelek hevrêyên xwe ciwantir û nûtir e, bi lêhurbûna xwe ya xurt, bi helwesta xwe ya jiyanê û tevlîbûna xwe ya fedakar bûye milîtanekî pêşeng. Dixwest vê rola pêşengiyê li qada şer jî nîşan bide. Hevrêyê me Serdar ku di nav tîmên pêşî de bû ku li dijî êrîşa dijmin a li ser qada Girê Ortê ya Mîttayê de hevrêyên xwe diparastin, bi wêrekî û biryardariyeke mezin bi ser dijmin de çû û di cezakirina gelek leşkerên dijmin de bûye xwedî rol. Çawa ku bi jêhatiya xwe ya di şer de derbe li dijmin xist, bi tevlêbûna xwe ya fedaî jî karî bibe yek ji mînakên herî berbiçav ên milîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Serdar ku li hemberî dijmin kêliyekê jî dudilî nebû, piştî ku heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kir gihişt şehadetê.

Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Arîn, Rênas û Serdar re dixwazin ku bi sekna xwe ya bi israr a têkoşînê û ji bo rizgariya gelê me xwe feda kirin, di nava mînakên herî berz ên milîtaniya Apoyî de ne."