Senendecî: Li Rojhilatê Kurdistanê pêwîstî bi yekîtî û stratejiyeke hevpar heye

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Seîd Senendecî diyar kir, ku ji bo çareseriyeke mayinde berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê partî û saziyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê û got, "Ew jî bi yekîtî û stratejiyeke hevpar dibe."

Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li gel êrîşên hêzên dewletê yên li ser xwepêşandêran, dewam dikin. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ji 17’ê Îlonê heta heta niha zêdetirî  490 kes di çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine qetilkirin, ji vana 68 kes temenê wan jêrî 18 salîn e. Her wiha bi kêmanî 18 hezar û 262 xwepêşander hatine destgîrkirin. Dîsa di vê pêvajoyê de Mûshîn Şêxarî û Mecdî Reza Reheneverd hatin darvekirin. 

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Seîd Senendecî ku demek dirêj di nava Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê kar kiriye têkildarî serhildan û serketina çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ANF’ê re axivî.

‘XWEPÊŞANDAN JI SAQIZÊ DESTPÊ KIR’

Senendecî qala destpêkirina serhildanê kir û got: "Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve ya 17’ê Îlonê xwepêşandan destpê kir û gelek xwepêşandêr hatin destgîrkirin. Piştre 18’ê Îlonê li Saqiz çalakî dewam kir. Bi vê yekê re li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raperînê destpê kir, vê jî bandorek zêde li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir."

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Seîd Senendecî destnîşan kir ku xala esasî ji bo dewamkirina vê serhildanê ew e ku divê neteweyên bindest ên li ser erdnîgariya siyasî ya Îranê dijîn, li dijî pergalê bibin yek e û ev nixandin kir: “Ev yek xala herî zêde li nava xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûye. Nimûne ciwanên Sine di bangewaziyeke xwe ya 7’ê Kanûnê de ,ev gotibû; ‘Divê 7’ê Kanûna îsal bibe xala piştgiriya bi tevgereke neteweyî ya yek deng û avakirina hevkariyê ya di navbera tevgerên cuda yên civakî.’ Her wiha ciwanên Ehwazê jî piştî greva giştî gotibû ku bi yekîtiya civakî dikarin pergala heyî hilweşînin. Dîsa li gelek bajarên din bi heman rengî daxuyanî hatin dayîn. Ji bo wê yekgirtî û yekrêziya gelên Îranê di vê serhildanê de dikare vê sîstemê têk bibe."

CUDAHIYA VÊ SERHILDANÊ JI YÊN BERÊ

Senendecî bal kişand ser serhildanên berê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hate kirin û got: “Li Îranê berî vê serhildanê 3 serhildanên din hatibûn kirin. Li gorî min serhildana 2022’an heta astekê têkilî bi serhildanên 2017 û 2019’an ve heye. Li nêzîkbûna hev a van her du serhildanan li gorî serhildana 2009’an xwedî cêwaziyên cihê ne. Ez dikarim cêwaziya wan li jêr nîşan bidim;

DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’

Dirûşim; Dirûşma serhildana 2009’an ‘Ka dengê me’ ev yek guherî û dirûşma esasî ya serhildana sala 2017 û 2019’an jî bû ‘Reformîsta seretayî temam bû’. 

Dirûşma xwepêşandana îsal li gorî pêkhateyên cêwaz ku dirûşmên her sê serhildanên pêşî ew bû ku bi temamî redkirina Hikûmeta Komarî ya Îslamî bû, bi wateyeke din têkbirina sîstema mêrsalarî û ayînî bû. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li pêş van hemû dirûşmên berê dihate qîrkirin bû.”

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Seîd Senendecî qala çawanî û şêwazê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî kir û wiha domand:

SERHILDANÊN BERÊ SÎNORDAR BÛN

“Li Kurdistanê destpê kir; Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li ber Nexweşxaneya Kesray a Teheranê xwepêşandan bi sînorkirî destpê kir. Serhildana destpêkê li bajarê Saqiz piştî merasîma veşartina cenaze destpê kir û belavî hemû Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû. Xwepêşandanên berê di warê erdnîgarî de sînordar bû, tenê beşek li bajarên Îranê tevlî bûn. 

JIN PÊŞENG IN

Tevlîbûna jinan û pêşengtî kirin; Tevlîbûna xurt a jinan daxwaza azadiyê ya li hemû kolanan, weke vekirina serî û şewitandina laçik (hîcab), heta gihişte por birînê bû yek ji xalê ku serhildan geş û gur bibe, asta nerazîbûnê bê bilindkirin. Heta astekê ev serhildan weke serhildana jinan li dijî koneperestî, mêrsalarî derket holê ku ev yek jî bû yek ji xalên dinên ji serhildanên berê cuda dike. 

Grev; Yek ji cudabûna vê serhildanê çalakiya grevê li gorî her sê serhildanên din wiha xurt nebû. Serhildana îsal bi grevên giştî li Rojhilatê Kurdistanê destpê kir. Li gel serhldanê karkerên saziya pîşesazî ya neft, çend sazî û dezgehên din li bajar û bajarokan ên li Îranê jî tevî grevê bûn. 

Piştgiriya berfireh a cîhanî; Di asta cîhanî de gelek hunermend û werzîşvanên navxwe piştevanî da serhildanê. Her çendî sala 2009’an jî piştevanî hebû, lê asta piştevaniya cîhanî ji bo vê serhildanê zêdetire.

Çalakiyên li zanîngehan; Tevlîbûna xwendekarên zanîngehê ji bo vê serhildanê li gorî serhildanên berê pir xurtir e. Di vê çarçoveyê de gelek xwedekar jî hatine destgîrkirin.”

ÇALAKVAN BI XWE PÊŞENGTIYÊ DIKIN

Her wiha di nava vê serhildanê de gelek pêkhate û çînên cuda li gel nifşê nû û dîsa ciwanên nû gihayî jî cihê xwe digirin. Yek ji xala herî esasî ew e ku xwepêşander bi xwe rêveberiya çalakiyên xwe dikin.

NETEWE HEW VÊ ZILMÊ QEBÛL DIKIN 

Komara Îslamî welat ji bo hemû pêkhate û neteweyên cêwaz ên li ser wê erdnîgariyê dijînin, xistiye rewşek welê mîna girtîgeheke servekirî ye. Bi taybet tundiya li ser jinê her diçe zêde û berfireh dibe. Êdî ev rewş ji aliyê neteweyên li ser vê erdnîgariyê dijîn qebûl nakin.

ÇARESERÎ Û SIBEROJ LI PÊŞIYA NETEWE Û TEVGERÊN AZADÎXWAZE

Di vê qonaxa hestyar ya li Rojhilatê Kurdistanê de çareserî û siberoj li pêşiya netewe û tevgera azadîxwaz ên li Rojihilatê Kurdistanê daniye holê. Ji bo çareseriyeke mayînde, berpirsyariyên dîrokî dikeve ser milê partî û saziyên siyasî yên li Rojihilatê Kurdistanê ew jî yekîtî û stratejiyeke hevpar çêbikin."