KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Şengalê: Dibe ku cardin dewleta Tirk êrîş bike
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, diyar kir ku ji 22’yê Tebaxê heta bi niha li ser herêmê firînê keşfê tên kirin û anîn ziman ku dibe êrîşên nû pê bibin. -
HPG: 6 dagirkerên din hatin cezakirin
HPG'ê ragihand ku di pênc çalakiyên cuda yên gerîla de herî kêm 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, çeperek hatiye îmhakirin. -
Endamê Encûmena Tevgera Azadî Sohêl Xorşîd hate qetilkirin
Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ji aliyê kes/kesên nediyar ve li ber mala xwe ya li navçeya Kifrî hate qetilkirin. -
Li Pîranşarê kolberek hate destgîrkirin
Hêzên dewleta Îranê roja Înê li Pîranşarê kolberek destgîr kirin. -
NPG'ê bang li PDK'ê kir: Rê ji dagirkeran re çêneke!
Fermandariya Biryargeha NPG'ê bal kişand ser êrîşên dagirkeran ên li ser Zapê û bang li PDK'ê kir ku rê ji dagirkeran re çêneke. -
PDK li Zapê rê ji artêşa Tirk re çêdike
Artêşa Tirk a dagirker li pêşberî gerîla têk çûye. Di rewşeke wiha de hate ragihandin ku PDK li rojavayê Zapê di navbera Girê Hakkarî û Girê Amediyê de bi kepçeyan rê ji artêşa Tirk re çêdike. -
HPG: Rêya gerîlatiya serketinê dan ber me
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Fermandarên me yên ku bi ruhê serketinê şer kirin û bi erka pêşengiyê rabûn, rêya gerîlatiya serketinê dan ber me." -
Dagirkerên xwestin bikevin hundirê tunelên şer, derb ji gerîla xwarin
Dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Çemço xwestin bikevin hundirê tunelên şer, derb ji gerîla xwarin. 2 çek hatin desteserkirin. -
Bayik: Kî dijminatiyê li Kurdan bike wê winda bike
Cemîl Bayik anî ziman ku gelê Kurd ji berê xurtir e û got, "Kurd di navenda siyasetê de ne, çarenûsa herî kesî diyar dikin. Eger hevsengî û statuyên nû wê bêne danîn, ev yek bêyî Kurdan nabe. Kî dijminatiyê li Kurdan bike, wê winda bike." -
Cerdevanan bi dar û keviran êrîşê jinan kir
Li mezrika Çinarê ya gundê Kelehkê ya Midyadê, cerdevanan berê çekan da ser 4 jinan û bi daran êrîşê wan kir. -
Zaroka 9 salî li Seqizê xwe kuşt!
Li bajarê Seqizê zarokekî keç xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî. -
HPG: 7 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de; 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hat rûxandin û dronek jî hate xistin. -
Li Pîranşarê 2 kasibkar hatin destgîrkirin
Hat hînbûn ku 3 roj beriya niha hêzên Îttîlaatê ya Îranê li bajarê Pîranşarê du kasibkarên Kurd destgîr kirine. -
Xizmên windayan cara 707’an hatin cem hev
Xizmên windayan aqûbeta Osman Buluttekîn ê di sala 1995'an de ji mala xwe ya li nêzî qereqolê hatibû destgîrkirin û careke din agahî jê nehat girtin, pirsîn. -
Dîmenê çalakiya li Girê Hakkarî hat weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya li dijî dagirkerên ku bi bombeyên nukleerî yên taktîk û çekên kîmyewî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bomberdûman dikin, weşand. -
Bayik: Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li azadiyê ye
Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku têkiliya Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi gel re qut bike tecrîd giran kir û got, “Xwedîderketina li Rêber Apo, xwedîderketina li azadî, demokrasî, gelan û nirxên mirovahiyê ye.” -
Li qada cengê doktorbûyîn
Her du doktorên ku bi salên dirêj ku hem li çiyayên Botanê şer dikin, hem ji hevrêyên xwe re bûn derman. Di bin şert û mercên zehmet ên çiya de ji pêkanîna erkên xwe serfiraz û serbilind in û ji bo sererastkirina kêmahiyên heyî jî, di nava hewldanê de ne. -
PDK li Başûrê Kurdistanê polîtîkayên dewleta Tirk birêve dibe
Nûnerê Girtiyên Behdînanê Seîd ragihand ku PDK’ê Hunermend Bilind Nebî Amêdî ji ber muzîka 30 saniyeyî ya ji bo girtiyên Behdînanê çêkir ji bo cara duyem girt. -
Ji bo pirsîna qatilê Zekî Çelebî li Silêmanî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin
Malbat û hevalên Mihemed Zekî Çelebî yê 100 roj li ser qetilkirina wî re derbas dibe, bi armanca bîranîn û pirsîna qatilê wî li Baxê Giştî yê Silêmanî çalakiya rûniştinê lidar xistin. -
HPG: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên tîmên bi tevger de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 leşker jî birîndar bûn. Dagirker ji bo ku berxwedana gerîla bişkînin bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî êrîş dikin. -
Kolberek din li Bane hat qetilkirin
Li herêma sînorî yê bajarê Bane hêzên dewleta Îranê kolbereke ciwan qetil kirin. -
Ciwanên HDP’yî piştgirî dan çalakiya Nobeta Edeletê ya Malbata Şenyaşar
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê tevlî çalakiya Nobeta Edeletê ya Malbata Şenyaşar bûn û gotin, “Kujer diyar in, yên ku wan diparêzin jî diyar in. Bila êdî edalet pêk were.” -
YPS'ê wesayita zirxî xist kemînê û teqand
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Serxwebûna YPS'ê ragihand ku li Agiriyê wesayiteke zirxî xistine kemînê û teqandine. -
Cenazeyê gerîla Atsak piştî mehekê radestî malbatê kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ferhat Atsak ê Tirmehê li navçeya Lice ya Amedê di şer de şehîd bû, piştî mehekê radestî malbatê kirin. Cenazeyê gerîla li navçeya Ebexê hate veşartin. -
Berdevkê YPG'ê: Êrîşên dewleta Tirk bûn hêvî ji DAÎŞ'ê re
Nûrî Mehmûd diyar kir ku divê cîhan ji bîr neke ku DAÎŞ bi êrîşên dewleta Tirk re bêhtir bi hêvî bûye û destnîşan kir ku li dijî rêxistiniya DAÎŞ'ê divê cîhan bi erka xwe rabe. Her wiha diyar kir ku armanca wan ji operasyona dawî, ewlehiya herêmê ye.