Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan a ku ji ber wesayîtek lê qeiibî xwînriya ser mêjiyê wê, 16 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Zekiye Ayhan wê sibê li Sêweregê were veşartin.
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan a ku ji ber wesayîtek lê qeiibî xwînriya ser mêjiyê wê, 16 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Zekiye Ayhan wê sibê li Sêweregê were veşartin.
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan (74) di 12’ê Gulanê de li navçeya Sêwereg a Rihayê wesîyek lê qelibî û xwînrijiya ser mejiyê wê, li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Zekiye Ayhan piştî 16 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Zekiye Ayhan wê di 29'ê Gulanê de li Goristana Nato ya li Sêweregê were veşartin.
Zekiye Ayhan dayika Yildiz Ayhan (Zekiye) ya ku di sala 1991’an de tevlî têkoşîna azadiyê bû, di sala 1995’an de şehîd bû û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan ê ku di sala 2018’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Ayhan yek ji Dayikên Aştiyê bû û bi salan piştgirî da têkoşîna zarokên xwe.