Li Îdirê du xwişk hatin qetilkirin
Li Îdîrê du xwişk ji aliyê biraziyên xwe ve hatin qetilkirin.
Li Îdîrê du xwişk ji aliyê biraziyên xwe ve hatin qetilkirin.
Li gundê Hacîaga yê navçeya Başan a Îdirê mêrê bi navê Mehmet Çakmakçi (73) 2 jin qetil kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; li gundê Hacîagayê di navbera hevjînên xwişkên hev Elmas Çakmakçi (52) û Hatun Çakmakçi (60) de ji ber nakokiya erd nîqaş derket. Piştî bûyerê zilamê bi navê Mehmet Çakmakçi hat gund û her du xwişk qetil kir.
Cenazeyên jinên ku hatin qetilkirin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdîrê û ji bo girtina Mehmet Çakmakçi jî lêgerîn dest pê kir.