Ciwan li Wanê li dijî tecrîdê meşiyan

Li Wanê, komek ji ciwanan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya.

Li Wanê, komek ji ciwanan tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Ciwanan êrîşa polîsan a li ser Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan a li Stenbolê şermezar ikrin.

Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Dewleta faşîst wê hesab bide" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin qîrîn.

Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Em ê hesabê sîleya ku li Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu hate xistin, bipirsin."