Heften: Daxwazên esasî yên gel azadî, demokrasî û edalet e

Ji rêveberiya PJAK'ê Mezlûm Heften destnîşan kir, ku paşeroja gelên Îranê bi hev ve girêdayî ye û got, "Rêya herî baş û guncav a çareseriyê, çareseriyeke demokratîk û jiyana bi hev re ye."

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mezlûm Heften li ser rewşa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ANF'ê re axivî.

Heften destnîşan kir ku şoreş bi pêkhateyên cuda cuda pêk tê û got: "Ew şoreşa ku em qala wê dikin, şoreşa civakî ye. Şoreşa herî esas şoreşa mejî ye. Guherîna têgînên çandî, hemû ew nirx û pîvanên bingehîn ên jiyanî pêk tîne, ku dibin sedemê avakirina fikir, nêrîn û paradîgmayê. Tevlîbûna mirovan û helwesta wan a li ber pirsgirêkên mezin, li gorî hizirîn, paradîgma, şêwegirtina mejî ya wan e. Bi wateyeke din şoreşa mejî şoreşa kirde û pratîkî li gel xwe tîne. Wate guherîn li ser peywendî, helwest, daxwaz, şêwazê anîna ziman a daxwazên xwe, red û qebûlkirina pirsan, helwest, têkoşîn û bi awayekî giştî şêwegirtina jiyaneke nû."

'ŞOREŞA BIDESTANÎNA JIYANEKE BI RÛMET E'

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mezlûm Heften bal kişand ser serhildana ku zêdetirî sê meh li dû xwe hişt û ev nirxandin kir: "Taybetmendiyên vê serhildanê ji serhildanên berê yên gelê Îranê cuda dikin pir in. Dirûşmên wê bi hêvî û jiyanî ne. Şoreşgerî ne. Tevlîbûna zêde ya pêkhateyan a raperîn û serhilanê, rengê tevlîbûnê, dîsa daxwazên wan tenê yê komek û pêkhateyekê nîne, hemû kes li nava xwe digre. Berdewambûna şoreşê û dîsa êrîş û zextên rojane tê kirin, her wiha dayîna qurbaniyan ev yek nîşaneya bihêzbûna vîna gelan a bidestanîna jiyaneke bi rûmet e. Girîngîdayîna nirxên gel, xuliqandina nirxên gelan, têkoşîn û xwedî li nirxan derketin, nîşanên guherînên çandî û mejî ye. Rêveberiyeke taybet a serhildan û raperînê nîne. Şêwazê tevlîbûna gel jî vê yekê nîşan dide ku gel hişyar bûye. Daxwaza giştî ne. Ev yek hemû nîşan dide ku serhildan û raperîn şoreşeke."

'EGER KU SERHILDAN DEWAM E, SERKUTKIRIN BÊKÊR E'

Li ser hewldanên serkutkirin û çewisandina berxwedêrên serhildanê jî Heften diyar kir ku desthilatdariya Îranê vîna gelan nas nake û qebûl nake, guh nade daxwazên gel. Hefter anî ziman ku gel biryar daye ku jiyaneke bi rûmet û keramet ava bike û got, "Eger ku li hember kuştin û zilmê xelk li nava qadên têkoşînê ne, ev yek jî nîşanaya wê yekê ye ku serkutkirin bêkêre. Şoreş berdewam e û berdewam jî dike. Ji bo wê ne tenê rejîm nikare bi van şêwazî şoreşê bêdeng bike, dibe bikaranîna van zext û hewldanan, şoreşa civakî, demokratîk bi hêztir û şoreşgerîtir bike. Ezmûnên dîrokî û serhildanên salên bihurî, encamên wê îro li ber çav in, ku bi êşkence, zilm, tirs û kuştinê ti encam bi dest naxe. Berovajî ya encam nîşan dide, yekgirtin, birêxistinbûna civakî ye."

'RÊXISTINKIRIN Û YEKGIRTÎBÛNA GEL ENCAMÊ DIYAR BIKE'

Heften anî ziman ku di vê demê de ya ku encamê diyar bike, birêxistinbûn û yekgirtina gel e.

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mezlûm Heften diyar kir ku yekgirtîbûn, berfirehkirin û birêxistinkirina şoreşê, li ser azadî, demokrasî û edaleta civakê israrkirin, daxwaziyên hevpar komên li nava serhildan û raperînê, kar li ser tevlîbûna zêde ya ji pêkhateyên cuda ya nava civakê temamkirina hemû aliyên şoreşê ne.

'JI BO AZADÎ, DEMOKRASÎ Û EDALETA CIVAKÊ TÊDIKOŞIN'

Heften got: “Em rêxistineke civakî û şoreşgerî ne. Ji bo bidestxistina azadî, demokrasî û edaleta civakê têkoşînê dikin. Rêz ji bo vîn û daxwazên gel nîşan didin, baweriya me bi hêza guherîna civakî ya gel e. Gel xwe li dijî zilm, zext, cihêkarî, neyeksanî, ne edaletiya civakî û rêgezî rêxistin kiriye."

'REJÎM NE ALÎGIRÊ ÇARESERIYÊ YE'

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK) Mezlûm Heften bal kişand ku desthilat bi çaveke biyanî li Kurdan dinêre û wiha domand: “Helwesteke zalimane li ser Kurdan dike. Ev yek ne tenê li ser Kurdên Îranê ye. Belkû hemû desthilatên li dû hev hatine, çareseriyeke demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd nebûne. Zilm û zordariya desthilatdariyê ya li ser Kurdan xwedî dîrokeke kûr e. Îro pirsa Kurd li gel pêkhateyên din bûye yek. Êş û azarên wan hevpar in, derman jî hevpar in. Yekîtî û hevrebûna gelan, dewamkirina şoreşê û garantîkirina şoreşê ye.

Pirsa gelê Kurd bi pirsgirêkên din ên gelê Îranê re girêdayî ye. Çareserkirina vê pirsê girêdayî rewşa giştî ya Îranê ye. Ev rewş û derfetên ku derketin, bi pêleke nû ya hişyarî, daxwaz, serhildan û şoreşa gelan, rewşeke taybet ji bo gelan destnîşan kiriye, dikare destketiyên dîrokî yên gelan bafirîne. 

Pergala desthilatdar hewl dide bi kuştin, zext, serkutkirina Kurdan wisa bike ku şereke ne li bendê derbixe, bi belavkirin û nîşandan pirsan, şoreşa civakî ji rastiya wê bê derxistin û serkutkirin. Êrîşên li dû hev ên li ser muxalefeta Kurdî û helwestên dijminane yên bi hevkariya Tirkiye, Iraqê li ser Kurdan, vê yekê nîşan dide ku ti rêyeke çareseriyê ya ji bo pirsa Kurd nîne. Belkû dixwazin zêdetir bindest bikin. 

'KURD DIXWAZIN BI GELÊN ÎRANÊ RE PIRSGIRÊK BI DEMOKRATÎK Û AŞTIYANE ÇARESER BIBE'

Kurd dixwazin çareseriya pirsa Kurd û gelên din ên Îranê bi şêwazeke demokratîk û aştiyane çareser bike. Dixwaze li Îranê azadî û demokrasî bi parastina nasname, rêzgirtina hevpar, bi şêwazê azad bi hev re jiyanê, li gel gelên din bi rûmet û keramet bijîn.

Bi rengekî bingehîn çareseriyeke demokratîk a xwe dispêre çareseriyeke aştiyane û demokratîk. Paradîgmaya li ser bingehê rêbaz û çareseriya demokratîk e. Ev yek jî xwedî merc û taybetmendiyên xwe pîvanên xwe yên taybet hene. Ji bo wê kes nikare ji bo armanceke din bikar bîne. Ji bo vê yekê ez dikarim bêjim; ti sûdeke ya rêbazên ne demokratîk nîne, fêdê nade tu alî û kesî."