Înîsiyatîfa Edalat ji bo Roboskiyê: ‘Roboskî ceribandineke jidiliyê ye’

Tevî ku bi ser Komkujiya Roboskiyê de 161 meh derbas bûne jî li hemberî bêcezahiştina berdewam dike, daxwaza elaletê jî berdewam dike.

Înîsiyatîfa Edalat ji bo Roboskiyê weke hemû 28’ê mehan vê mehê jî li ser Cadeya Sakarya ya Enqereyê li hev civiya û daxwaza darizandina berpirsiyaran kir.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa; ‘’Bila kujer werin dîtin û careke din bûyera Roboskiyê rû nede’’ hate hilgirtin.

Endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Tanjû Gunduzalp di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî komkujiyê rûbirûbûneke rastîn pêk nehatiye û got: ‘’Dosyeya Roboskiyê nehate girtin, hate veşartin. Daraz, Meclîs û saziyên din  ji bo veşartina vî sûcî hevkarî kirin.’’

Gunduzalp da zanîn ku Roboskî bes ne meseleyeke herêmî ye, nîşaneya zîhniyeta bêcezahiştinê ya li seranserê Tirkiyeyê ye.

Gunduzalp di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Roboskî ji aliyê dabînkirina aşitî û edaletê ve weke ceribandineke jidilîyê ye û got: ‘’Heya ku hesaba bêcazatiyê neyê pirsîn û hiqûq neyê sepandin em nikarin demokrasiya rastîn bi dest bixin. Heya ku berpirsiyariyên Komkujiya Roboskiyê tên darizandin em ê daxwaza xwe ya dabînkirina edaletê bînin ziman.’’