Li Zapê bi çekên giran çalakî hate lidarxistin

Hêzên gerîla li herêma Zapê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, dagirkerek hate cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek hate cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi çekên kîmyewî, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

17'ê Kanûnê saet di 11:15'an de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê li herêma Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li qadê xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

17'ê Kanûnê saet di 13:30 û 15:30'î de li nêzî gundê Sîda yê ser bi nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkrean xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

17'ê Kanûnê saet di 16:30'î de li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

17'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Amediyê û Girê FM'ê bi obus, tank û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin."