Li Amedê êrîşa li dijî Ferhat Encu hat şermezarkirin

Rexistina HDP'ê ya Amedê êrîşa li dijî Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê têkildarî êrîşa polîsan a li dijî Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu li qada Şêx Saîd a li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da. Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Îmam Taşçier û Dersîm Dag, Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Em li vîna xwe xwedî derdikevin û hesab dipirsin” nivîsandî hat hildan.

‘EM Ê HIŞMENDIYA ÊRÎŞKAR BIŞÎNIN SEROGYÊ DÎROKÊ’

Di destpêkê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan anî ziman ku êrîşa li dijî Ferhat Encu encama dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan e û got: “Lê ev êrîşên wan encam negirtin û hatin asta têkçûyînê. AKP-MHP digot, em ê Kurdan, HDP'ê û siyaseta demokratîk têk bibin lê niha yên ku hatine asta têkçûyînê ew bi xwe ne. Her ku dikevin tengasiyê êrîşî Kurdan, HDP'ê û siyaseta demokratîk dikin. Lê her ku êrîş dikin lawaz dibin û ber bi têkçûyînê ve diçin. Ji ber vê yekê çi dikin bila bikin dê nikaribin pêşî li têkçûyîna xwe bigirin. AKP-MHP siyaseta xwe li ser esasên neyartiyê pêk tîne, ew polîsên ku giredayî dewletê bûn niha girêdayî AKP-MHP'ê ne û li gorî siyaseta wan li hemberî me tevdigerin. Lê em dibêjin, hilbijartin nêz dibe, em vê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê û yên ku zilm li me kirine dê li ber edaletê hesab bidin. Çi dibe bila bibe siyaseta AKP-MHP'ê dê têk biçe, siyaseta ku aştî, demokrasî û azadiyê esas digre wê bi ser bikeve. Êrişa li dijî Ferhat Encu di salvegera kumkujiya Roboskiyê de pêk hat. Em êrîşa li dijî hevalê xwe şermezar dikin.”

Ceylan bi domdarî salvegera Kumkujiya Roboskî, Gurgumê û ya li zindanan bibîr anî û serdagirtina îro ya li dijî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hareketa Azadî şermezar kir.

‘HEKE HÛN KURD BIN HÛN Ê RASTÎ ÊRIŞAN BÊN’

Piştre jî Hevseroka HDP'a Amedê Gulîstan Atasoy axivî. Atasoyê destnîşan kir ku êrîşa polîsan a li Stenbolê û avêtina ser PAK, PSK û Hareketa Azadiyê dijminatiya dewletê ya li dijî Kurdan nîşan dide û ev tişt anîn ziman: “Dayikên di nobeta edaletê de li Stenbolê xwestin bi çalakiyeke balê bikişînin ser zextên li zindanan û polîtikayên tecrîdê û bi wê çalakiyê dawî li nobeta xwe ya edaletê bînin. Lê hevserokê me yê Stenbolê Ferhat Encu ku ji bo piştgiriyê tev li çalakiyê bû rastî êrîşa polîsekî hat. Her wiha dayika 70 salî jî rastî êrîşeke dijwar hat. Weke her tim, careke din mafê doza ji bo edaletê li Kurdan hat qedexekirin û îro jî dorpêça li dijî hevserokên me yên giştî jî ev yek bi awayekî şênber nîşan da. Her wiha li Amedê jî polîsan avêt ser partiyên PAK, PSK û Hareketa Azadiyê. Ev serdagirtin nîşan dide ku ji bo dewletê hûn Kurd bin, li ku dibin bibin û fikra we çi dibe bila bibe  ferq nake. Heke hûn ji bo ziman, çand û dîroka Kurdan tiştekî bikin hûn ê rastî êrîşên dewletê werin. Bi vê wesileyê em hem êrîşa  li Stenbolê ya li dijî Ferhat Encu û çalakvanan hem jî ya li dijî partiyên Kurd şermezar dikin.”

‘DORPÊÇA WE NIKARE PÊŞÎ LI ME BIGIRE’

Di berdewama axaftina xwe de Atasoyê bi lêv kir ku ew şîmaq li dijî hemû Kurdan e û wiha pê dê çû: “Yên ku ew şîmaq avêtin, hêza xwe ji ku digirin em baş dizanin. Lê ew şîmaq nîşana lewazîbûnê û bê tehamûliya li dijî demokrasiyê ye. Ew şîmaq tirsa li dijî siyaseta Kurdan e. Ji ber wê em li vir careke din dibêjin, em êrîşên li dijî rêhevalên xwe tu carî qebûl nakin. Em li vir ji wan re dibêjin, yên bitirse bila weke we be. Îro her Kurd Ferhat Encu ye, dayiken ku ji bo zindanan di çalakiya edaletê de ne ne, ciwanen ku we ew li Roboskiyê qetilkirin bi xwe ne û siyasetmedarên Kurd ên di zindanan de ne bi xwe ne. Hûn çi dikin bikin, dorpêça we dê nikaribe  pêşî li me bigire. Ev dorpêça we jî dê hilweşê. Ew siyaseta ku wî polîsî hê li ser kar dihêle, dê bersiva xwe di hilbijartinê de bi şîmaqekê bigre.”

Herî dawî jî Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier axivî. Taşçier anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP ji 30 milyon Kurd û HDP'ê ditirse û wiha axivî: “Her ku diçe hêza HDP xurt dibe. Ji ber wê jî dixwazin HDP'ê ji holê rakin. Lê heta niha êrişên li dijî HDP'ê, siyaseta Kurd û HDP'ê mezin kiriye. Çend meh berê jî li dijî Parlamenterê me Habîp Eksîk êrîş pêk hat û linge wî şikest û îro jî êrişî Ferhat Encu kirin. Heke hiqûq hebûna û yên ku êrîşî Habîp Eksîk kirin bihatina darizandin, îro li dijî Ferhat Encu ev êrîş pêk nedihat. Ji ber wê ev êrîş ne ya kesekî ye, ya AKP-MHP'ê ye. Lê ez bawerim 30 milyon Kurd dê edî deng nedin AKP-MHP'ê.”

Taşçier jî avêtina ser PAK, PSK û Hareketa Azadiyê şermezar kir.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya, "Zext nikarin me têk bibin" bi dawî bû.