Pevguhertin pêk nehat: Şamê serbestberdana şervanên YPJ’ê red kir

Qonaxa duyem a lihevkirina pevguhertina dîlan ya di navbera rêveberiya Şamê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê de hatî îmzekirin, ji ber serbestneberdana şervanên YPJ’ê hate taloqkirin.

Qonaxa duyem a lihevkirina pevguhertina dîlan ya di navbera û Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û rêveberiya Şamê de hatibî îmzekirin, ji ber ku Şamê serbestberdana şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) red kir, hate taloqkirin.

Girêdayî lihevkirinê dihat plankirin ku îro 285 dîl û 161 girtî bi hev werin guhertin. Lê belê komîteya berpirsiyar a pêkanîna lihevkirinê ragihand ku rêveberiya Şamê madeyên lihevkirinê binpê kirine û bi taybetî jî şertê valakirina girtîgehan bi cih neanîye.

Hevseroka Meclîsa Giştî Hêvîn Silêman diyar kir ku yek ji girîngtirîn madeya lihevkirinê, bi temamî valakirina girtîgehan bû û got: “Em amade bûn lê belê rêveberiya Şamê serbestberdana şervanên YPJ’ê qebûl nekir.”

Rêveberê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Qehreman Bekir jî  bi bîr xist ku pevguhertina yekem bi serkeftî pêk hatibû û ev tişt go: “Lê belê di pevguhertina koma duyemîn de rêveberiya Şamê pêvajo xitimand. Em amade bûn ku hemû girtiyan serbest berdin, em paşde gav naavêjin.”

Tevî ku lihevkirina di navbera aliyan de bi teknîkî derbasdar e jî ji ber helwesta rêveberiya Şamê pêşeroja pêvajoyê ne diyar e.