KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji Botanê heta bi Zapê çalakiyên gerîla: 9 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Botan û Zapê 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. -
Mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin, hatin bîranîn
MEBYA-DER'ê 288 kesên sala 2015'an li Cizîrê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "polîtîkayên dijminatiya li Kurdan ji aliyekî ve mirovan dikujin, li aliyê din cih û warê mirovan dişewitîne, hildiweşînin." -
Rojnamevanê ku li ser destdirêjiyê nûçe çêkir, hate girtin
Rojnamevan Sînan Aygul ji ber nûçeya ku li ser destdirêjiya li Tetwanê çêkir, hate girtin. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Suer hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Suer ku di şerê li Çiyayê Bagokê de şehîd bibû, li navçeya Wêranşarê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin. -
Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo gel bû hêvî
Xelkê Serhedê piştgiriyeke mezin dide Tifaqa Ked û Azadiyê. Xelkê herêmê dibêje, tifaqa ku bi pêşengiya HDP'ê hatiye avakirin bûye hêvî ji wan re. -
Cenazeyê gerîlaya YJA-Star’ê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
Cenazeyê gerîlaya YJA-Star’ê Hediye Suerê ya ku di meha Tîrmehê de li Çiyayê Bagokê şehîd bû, radestî malbatê hat kirin. -
Dewleta Îranê ciwanekî Kurd bi êşkenceyê qetil kir
Li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ciwanek ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin. -
Rêxistinên civakî yên sivîl li dijî êşkenceya li girtîgehan li hev civiyan
Rêxistinên civakî yên sivîl di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li hev kom bûn, êşkenceya li girtîgehan şermezar kirin û xwestin, girtiyên nexweş tavilê bêne berdan. -
YPG: Hevrêyê me Qehreman Şiyê şehîd bû
YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Ebdirehman Kîlo (Qehreman Şiyê) 12'yê Kanûnê di encama nexweşiyê de şehîd bûye û got, "Keda wî daye şoreşê ji bo me nirxekî pîroz û serbilindî ye." -
HPG: Li Zapê 4 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hate cezakirin. Dagirkeran 12 caran bi çekên kîmyewî û 2 caran jî bi bombeyên qedexe êrîş kir. -
Gerîla TV dîmenê cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna weşand
Gerîla TV dîmenê cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna weşand. Ev leşker li Qada Berxwedanê ya Girê Fm a Metînayê de hatibû cezakirin. -
HPG: Cihê xwe di dîroka berxwedanê de girtin
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Bi sekna xwe ya Apoyî, bi têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên dijmin cihê xwe di dîroka berxwedanê ya gelê me de girtin." -
'Êrîşên bi çekên kîmyewî ziyaneke pir mezin li siberoja Kurdan dike'
Pisporê fîzyolojiyê Dr. Sadat Abdullah Ezîz destnîşan kir ku ji bo lêkolînkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî divê navendek bê avakirin û got, "Bi rêya van çekan ku bi dehan salan xwedî bandor in, êrîş li paşeroja gelê Kurd tê kirin." -
Li xwendekaran sîxurtî tê ferzkirin
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ku polîs sîxurtiyê li wan ferz dikin, têkildarî mijarê li ÎHD a Şaxa Dersimê daxuyanî dan û gotin: “Em ê tevî ev qas polîtîkayên çewisîner jî bi wê hêza xwe ya ku me ji dîrokê girtiye li ber xwe bidin." -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mucahît Tok ku 5 meh beriya niha di şer de şehîd bû, radestî malbata wî hat kirin. -
Li Mexmûrê nobeda li dijî tecrîdê di roja duyemîn de ye
Li Wargeha Penaberan a Mexmurê li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobedê dest pê kir. Çalakî di roja xwe ya duyemîn de didome. -
Hêzên gerîla gelek çalakî kirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî artêşa Trik a dagirker gelek çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. -
Polîsên Tirk li Wanê êrîşî çalakiya ji bo protestoya tecrîdê kir
Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wanê meşek hate lidarxistin. Polîsên Tirk êrîşî meşê kir û herî kêm 40 kes destgîr kir. -
Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û em ê li ber xwe bidin
Ferît Şenyaşar diyar kir, ku desthilat kujeran diparêze û got: “Em mafdar in û em ê li ber xwe bidin.” -
Li Hewlêrê agir bi kampeke koçberan ket: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
Li Hewlêrê agir bi kampa Behirke ya koçberan ket. Hate ragihandin ku ji ber şewatê ciwanekî 17 salî jiyana xwe ji dest daye. -
Dîmenê 2 çalakiyên gerîla hate weşandin
Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên sekvaniyê weşand, ku di 2'ê Îlonê de li Girê Cûdî hatin kirin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. -
YPS-JIN li Wanê çalakî kir
Tîma Tolhildanê ya şehîd Hêvî Tolhildan ya YPS-JIN'ê îstasyona bazê ya li Taxa Xaçort a Wanê îmha kir. -
Pinpinîka ku xwe li ser mekap a Êrîş danî
Gerîla Êrîş çend roj beriya şehadeta xwe dîmenê pinpinîkekê kişand ku xwe li ser mekap a wî danî bû û şandibû. Jiyana xwe ya rojekê xistibû metirsiyê û xwe li ser mekap a gerîlayekî danîbû. -
Li Mexmûrê li dijî tecrîdê çalakiya nobetê hat destpêkirin
Li Wargeha Penaberan Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya nobetê hat destpêkirin. -
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê hate şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.