KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate lidarxistin. -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, ciwan tevlî nava refên gerîla bûn
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komek ji ciwanan tevlî nava refên gerîla bû. Ciwanan bi daxuyaniyekê ragihandin ku armanca wan misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev yek jî tenê bi têkoşîneke xurt dibe. -
Zozan Çewlik: Em ê 2023'an bikin sala tolhildanê
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê Zozan Çewlik şerê sala 2022'an nirxand û bal kişand ser lehengiya gerîlayên YJA Starê. Zozan Çewlik destnîşan kir ku wê 2023'an bi berxwedaneke topyekûn bikin sala tolhildanê. -
Sala 2022’an li Başûr bû sala cînayetên siyasî
Ji serê sala 2022’an ve heta vê kêliyê li Başûrê Kurdistanê êrîş ne rawestiyan û bi dehan kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Sala 2022’an ji bo Başûrê Kurdistanê bû sala cînayetên siyasî. -
Sê aktîvîst li Bokan û Mahabadê hatin bîranîn
Li gel zext û astengiyan jî ji bo sê aktîvîstên ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin, li bajarên Bokan û Mahabadê yên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. -
Kalkan: Kurd wê ji derewa 'kujerê nexweş' bawer nekin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku kujerên komkujiyên 9'ê Çileyê û 23'ê Kanûnê dişibin hev û got, "Senaryo mîna hev e (...) Wê nikaribin van derewan bi Kurdan û mirovahiyê bidin bawerkirin." -
Ji bo şehîd Helmet li Silêmaniyeyê konê sersaxiyê hate danîn
Gerîlayê HPG'ê Bawan Mihemed bi nasnav Helmet Viyan, li Silêmaniyeyê bi merasîmekê hate bîranîn. Di bîranînê de işaret bi girîngiya rabûna li ber dagirkeriya dewleta Tirk hate kirin. -
Bûldan: Heta ku kujer hesabê bidin wê doza Roboskî neqede!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan tevlî bîranîna Roboskî bû û got, "Heta ku kujer hesab bidin wê doza Roboskî neqede." -
Li Zapê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin
Gerîla li Zapê di çalakiyekê de leşkerekî Tirk ê dagirker ceza kir. Dagirkeran jî carekê bi çekên kîmyewî, carekê jî bi bombeyên qedexekirî êrîş birin ser çeperên berxwedanê. -
Qurbaniyên Komkujiya Roboskî li Mexmûrê hatin bîranîn
Xelkê Mexmûrê, 34 kesên li Roboskî di êrîşa artêşa Tirk de şehîd bûn, bi bîr anî. -
Engîzek: Em ê dest ji Komkujiya Parîsê neqere
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek anî ziman ku komkujiya li Parîsê siyasî ye û got, "Komkujî bi plan û bernameyekê ji aliyê MÎT'ê ve hate kirin. Em tevger, em ê dest ji vê meseleyê bernedin." -
PKK: Li pişt komkujiya Parîsê Erdogan-MÎT heye
Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku rêveberiya Erdogan biryar li ser Komkujiya Parîsê da, MÎT a bi serkêşiya Hakan Fîdan jî plan kir û pêk anî. Komîteyê got, Divê rêveberiya Fransayê bi vê rastiyê zanibe." -
Ji bo şehîd Helmet Viyan wê li Silêmaniyeyê konê sersaxiyê bê danîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Helmet Viyan ê bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şehîd bû, wê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê konê sersaxiyê bê danîn. -
HPG: Dagirkeran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş kirin
Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexekirî, 2 caran jî bi çekên kîmyewî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîla. -
KCK: Wê hesabê qetlîaman ji mêtingeriya qirker were xwestin
KCK’ê diyar kir Qetlîama 2’emîn a Parîsê dûmahîka qetlîama 9’ê Çileyê ya li Parîsê û ya Qetlîama Roboskiyê ye. KCK’ê got “Wê gelê me yê welatparêz û dostên me têkoşîna azadî, edalet û demokrasiyê bi ser bixînin û ji mêtingeriya qirker hesap bipirsin." -
2 lêpirsînên din li Emîne Şenyaşar vekirin
Emîne Şenyaşar a ku AKP’yiyan malbata wê qetil kiribûn, derbarê wê 2 lêpirsînên din hatin vekirin. -
Kalkan: Divê em ber bi Îmraliyê ve bimeşin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan: “Divê mirov bimeşin Îmraliyê. Li wir divê nerazîbûnên zêdetir werin nîşandan.” -
Beştaş: Dadgeha Bilind bi fermana AKP-MHP'ê dixebite
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rêveberên DBP'ê da û got, desthilatdarî bi erka dadgeha bilind avêtiye ser avahiyên partiyê. -
HPG: Di encama êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de 11 gerîla şehîd bûn
HPG'ê ragihand ku di encama êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de li qada Sacayê 11 gerîla şehîd bûn û diyar kir ku wan bikaranîna çekên kîmyewî bi belge kirine û saziyên pêwendîdar dikarin lêkolînê bikin. -
Têkoşîna gerîla Sarîna...
Gerîla Sarîna Şervan beriya ku şehîd bikeve li ser jiyana PKK'ê gotibû, "Eger ez careke din bihatima dinyayê min ê li ser bingeha felsefeya Rêber Apo têbikoşiya." -
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, hat dîlgirtin
Di lêpirsîna Serdozgeriya Komara Amedê da destpêkirin de, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ê bi 14’ê hevserokên bajêr yên DBP’ê re hatibû destgîrkirin, hat dîlgirtin. -
Sozdar Avesta: Dewleta Tirk reşkujî xistiye dewrê; Tevgera Apoyî wê teqez hesab bipirse
Sozdar Avesta diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ku li qadên gerîla têk çû û li Rojava bi ser neket, niha reşkujî xistiye dewrê û têkildarî komkujiya li Parîsê destnîşan kir ku tevgera Apoyî wê teqez hesabê komkujiyê bipirse. -
HPG: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 7 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin. -
Xelkê Şengalê: Serokatî xwedî li me derket, niha dora me ye
Xelkê Şengalê diyar kir, ku di demê fermanê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û milîtanên wî bi hewara wan ve çûye, niha dem hatiye ku ew jî bi hewara Ocalan biçe, xwedî lê derkevin. -
Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin
Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Îmzeyên ku bên berhevkirin, wê radestî CPT û Bijîjkên Sînor Nenas bê kirin.