KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin -NÛ BÛ
Di çalakiyên gerîla de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 drone hatin îmhakirin. Dagirkeran jî li hemberî Qadên Berxwedanê 35 caran bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar anîn. -
Li Amedê roja 274’emîn a nobeta malbatên girtiyan
Nobet Edaletê ya malbatan a ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, li Amedê 274 roj in berdewam e. -
Gel li dijî birîna daran nerazîbûnê nîşan dide
Piştî banga Baroya Şirnexê ya ji bo rawestandina birîna daran a li bajêr, 180 kesan serî li walîtî û qeymeqamtiyê dan. -
Çalakiyên silavkirina 15’ê Tebaxê yên YPS’ê
Tîmên Tolhildanê yên YPS’ê, bi çalakiyên xwe yên li Amed û Mêrdînê, 15’ê Tebaxê silav kirin û peyama "Em ê bi têkoşîna gel a bi şoreşgerî, bibin bersiv ji ruhê 15’ê Tebaxê re" dan. -
Rêzan Cawîd li Sineyê hate bîranîn
Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Yûsif Rebanî (Rêzan Cawîd), li Sineyê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hate bîranîn. -
HPG'ê bîlançoya 4 mehan ragihand: 1871 dagirker hatin cezakirin, 6 helîkopter hatin îmhakirin
HPG'ê bîlançoya şer a 4 mehan eşkere kir. Li gorî vê yekê; 1454 çalakî hatin lidarxistin, 1871 dagirker hatin cezakirin. 6 helîkopter û 2 tank hatin îmhakirin. Dagirkeran 1532 caran bombeyên taktîk nukleer û kîmyewî bi kar anîn. -
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên YJA Starê yên şehîd bûne eşkere kir û got, "Em soz didin ku li ser xeta şehîdan bêtawîz bimeşin û armancên wan bi ser bixînin." -
Şandeya KNK'ê bi Komîsyona Mafên Mirovan re hevdîtin kir
Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo nîqaşkirina rewşa mafên mirovan, bi Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir. -
SEP‘ê serdana malbata Şenyaşar kir
Nûnerê SEP’ê serdana malbata Şenyaşar ku tevî hemû astengiyan Nobeta xwe ya Edaletê didomîne kirin. -
Li Îranê 12 kolber birîndar bûn
Dewleta Îranê, li Baneyê gule berdan komeke kolber û 12 kolber birîndar kirin. -
Beştaş: Mirinên li girtîgehan cinayet e
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çalakiya ji bo Aysel Tûglûk hat lidarxistin de axivî û got: "Mirinên li girtîgehan cinayet e.“ -
HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin
Di çalakiyên gerîla de yên bi pêşengiya tîmên bi tevger hatin lidarxistin, 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. Derb li helîkoptereke êrîşê û droneyekê hate xistin. -
Cenazeyê Mehmet Candemîr ê ku li girtîgehê hatibû qetilkirin ji aliyê hezaran kesî hate veşartin
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Candemîr ê ku di Girtîgeha Tîpa L a Espiyeya Gîresûnê hatibû qetilkirin, li Êlihê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Baroya Rihayê jî tevlî nobeta malbata Şenyaşar bû
Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol û endamên desteya rêveber piştgirî dan nobeta Malbata Şenyaşar. -
Cejna Vejînê li Mexmûrê hate pîrozkirin
Li Wargeha Penaberan a Maxmûrê 38’emîn salvegera Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê bi coşek mezin hat pîrozkirin. -
Dikandarên Colemêrgê: Em êdî nikarin li ser piyan bisekinin
Yek ji bajarên ku krîza aboriyê bandora herî giran lê kiriye Colemêrg e. Li Colemêrgê dikandar êdî bi zehmetî kar dikin. Ji ber vê rewşê jî hikumetê berpirsyar nîşan didin. -
Karayilan: Em dixwazin sala 39’an a 15’ê Tebaxê bikin sala fînalê
Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk dagirkeriya ji bo du salan dabû ber xwe nekarî temam bike û got “Em gel ji xwe bawer bin, em li ser bingeha Stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî tevbigerin, em dikarin îsal bikin salan fînalê.” -
‘Xîreta Şehîd Qîran ji bo miletê wî bû’
Sadûn Qîran, bavê şervanê YBŞ’ê Qîran Sîba, ku li Nexweşxaneya Sikêniyê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, diyar kir ku kurê wî her tim bi xîreteke mezin ji bo miletê xwe xebitî. -
'15'ê Tebaxê deriyê netewebûnê vekir'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku biryardariya li ser Pêngava 15'ê Tebaxê pêşî li tunebûna Kurdan girt û li ser bingeha azadiyê deriyê netewebûnê vekir. -
Hasan Ozekê HDP’î hate girtin
Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Navendî yê Colemêrgê Hasan Ozek bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hat girtin. -
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar ku tevî hemû astengiyan Nobeta xwe ya Edaletê didomîne kirin. -
Li Amedê bi îxbarên bêbingeh hatin destgîrkirin
Derket holê ku 40 ciwanên li Amedê bi îxbarên bêbingeh hatine destgîrkirin. -
Yildirimê ku li girtîgehê hat qetilkirin li Dersimê hate veşartin
Girtiyê nexweş ê bi navê Zulfu (Îbrahîm) Yildirim ê 68 salî ku ji bo berdana wî 10 roj mabûn û li Girtîgeha Xarpêtê hate qetilkirin, li Dersimê hate veşartin. -
Bi roketan li baregeha artêşa Tirk a Başîkayê hate xistin
Baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a Zîlkanê ya li Başîka ya Mûsilê bi roketan hate hedef girtin. -
'Ne tenê dijmin, siya dijmin jî pêwîste li ser vê axê nemîne'
Ji fermandarên YRK’ê Amed Serhed salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got, “Çawa Fermandarê Mezin hevrê Reşîd got; ‘Ne tenê dijmin, siya dijmin jî pêwîste li ser vê axê nemîne’ em ê bi vê hişmendiyê têbikoşin.”