Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Amediyê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand ku li Qada Girê Amediyê ya Metînayê ji 3 baskan ve li dijî leşkerên Tirk ên dagirker hate lidarxistin û di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"30'ê Mijdarê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger ji sê baskan ve bi koordîneyî li dagirkeran xistin.

Baskê destpêkê yê çalakiyê avêt ser dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Cesûr, bi çekên ferdî û bombeyên destan 5 dagirker ceza kirin.

Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk derb li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Sîpan xistin û 2 sîstemên kamera yên mobesse îmha kirin.

Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan xistin.

Dewleta Tirk a mêtinger bi rêya medya xwe ya şerê taybet îdîa kir ku di vê çalakiyê de tenê yek ji wan hatiye kuştin û careke din rastî ji raya giştî veşart. Bi senaryoyên serketinê yên sexte bi rêbazên şerê taybet hewl dide ku derbên ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixe veşêre. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nede van propagandayên şerê qirêj."