Fermandara berxwedêr a çiyayên Amedê: Dîren Wan

Dîren Wan dema ku biryar da bibe gerîla, armanca xwe ya herî mezin pêk anî û berê xwe da çiyayên Amedê. 11 salan weke fermandareke YJA Starê li çiyayên bilind û asê yên Amedê têkoşiya.

Aliye Kiye li nava malbateke ji nirxên manewî, komunal a Mezopotamyayê ji dayik bû. Li Elbak a Wanê bi çanda berxwedanê mezin bû. Elbak bi welatparêziyê, bi dilsoziya bi PKK'ê re tê naskirin. Ji ber ku malbata wê welatparêz e, Aliye Kiye hîn biçûkanî PKK nas kir û timî dixwest bibe gerîla. Ji ber zexta giran a dewleta Tirk a dagirker, Kiye neçar ma tevî malbata xwe koçî navenda Wanê bike. Zilma dagirkeran ji nêz ve dît.

Kiye bi xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi pêş xist, PKK hîn bêhtir nas kir û sala 2003'an tevlî nava refên gerîla bû. Kiye bi jiyana gerîla re bû yek, di nava her şert û mercên giran de têkoşiya, bi têkiliyên xurt ên hevrêtiyê, hevrêtiya pîroz a PKK'ê mezin kir. Bi tevlîbûna xwe ya samîmî, kedkar û bi coş her tim ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya jiyanê û di şer û jiyanê de bû xwedî tecrûbeyeke mezin.

Dîren Wan di îdeolojiya azadiyê ya jinê de xwe kûr kir, bû fermandareke şareza ya YJA Starê û milîtaneke xurt a PAJK'ê. Dîren Wan mîna navê xwe jineke serhildêr û berxwedêr bû. Sedema herî mezin a daxwaza wê ya ji bo gerîlatiya li Amedê armanca wê ya li gel Rêber Apo bû. Dixwest ku li gel Rêber Apo li sûr ên Amedê be û bi vê armancê tevgeriya. Dîren dema ku biryar da bibe gerîla, ev armanca xwe pêk anî û berê xwe da warê berxwedanê Amedê. 11 salan li çiyayên bilind û asê yên Amedê ma.

11 salan li çiyayên Amedê gerîlatî kir. Ruh û bedewiya Fermandara YJA Starê Dîren Wan li Amedê veşartî bû. Dema ku li wêneyên wê dihate temaşekirin hêz, moral û dilsoziya wê dihate dîtin. Li çiyayên Amedê serhildêr bû. Çavên wê timî li bedenên Amedê bû, bi hêvî bû her gava ku dimeşiya. Digot, "Ez zarokeke welatê Kurdistanê me." Di sala 2022'an de li eyaleta Amedê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.