Dîmenê bombeyên gazê yên qedexekirî ku dewleta Tirk bi kar tîne

Bombeyên gazê yên ku dewleta Tirk a dagirker di şer de li dijî gerîla bi kar tîne, hate belgekirin.

Li qada Werxelê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, dîmenê bombeyên gazê yên artêşa Tirk hatin kişandin ku ji bo bêhnê li gerîla biçikîne, bi kar tîne.

Li ser yek ji bombeyên gazê yên hatin belgekirin, ji bo tîpa wê tê gotin 'Bombeya destan a gazê' ye û dema çêkirina wê jî "06.2014" tê destnîşankirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi taybetî di dema êrîşên nû yên dagirkeriyê de ku 14'ê Nîsana 2022'an destpê kir, gazên kîmyewî û gelek cûreyên çekan ên bikaranîna wan qedexe ye, bi kar anî.

HPG'ê herî dawî 15'ê Kanûnê bîlançoya şer a 8 mehan eşkere kir û diyar kir ku dewleta Tirk 3 hezar û 152 caran bombeyên qedexekirî bi kar anîn.

Li gorî bîlançoya şerê navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Kanûnê, têkildarî çekên qedexekirî û kîmyewî yên hatin bikaranîn ev agahî hatin dayin: Bombeya fosforê, bombeya termobarîk, bombeya taktîk nukleer û çekên kîmyewî.

BIKARANÎNA BOMBEYÊN GAZÊ DI ŞER DE QEDEXE YE

Yek ji çekên qedexekirî ku dewleta Tirk timî bi kar tîne, bombeyên gazê ye.

Di Peymana Çekên Kîmyewî de ku 13'ê Çileya 1993'an hate îmzekirin û sala 1997'an kete meriyetê, bikaranîna van gazan li şer qedexe ye. Yek ji 193 welatên ku mohra xwe danîne binê vê peymanê Tirkiye ye.

Ev peyman di madeya I (5) de destnîşan dike ku 'her dewleteke aliyê peymanê sozê dide ku van gazan weke amûreke şer bi kar nînin", her wiha di madeya II (7) de jî diyar dike ku ev gaz 'li ser mirovan dibe sedema kêmaniya fîzîkî ya jî têkbirina hestewarî."

LI GORÎ OPCW A KU BÊDENG E, GAZA KÎMYEWÎ YE

Di malpera înternetê de ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), ku êrîşên dewleta Tirk ên kîmyewî ji nedîtî ve tê, wiha tê gotin, "Eger ajanên kontrolkirina îsyanê, madeyên mîna gaza çavan dişewitîne weke rêbazeke şer bi kar bînin, ev yek wê weke çeka kîmyewî bê hesibandin."