Êrîşa li dijî Encu hate şermezarkirin: Em ê sîleyê li AKP'ê bixin

Êrîşa polîsan a li Stenbolê ya li hemberî Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Ferhat Encu bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Rêxistina HDP'ê ya Wanê, li ber Perîhan AVM'ê daxuyaniyek da û pankarta bi nivîsa "Em ê ne Roboskî ne jî sîleya li Ferhat Encu hate xistin ji bîr bikin, hûn ê hesa bidin" hate hildan.

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn êrîş bi "bêexlaqiyê" pênase kir û got, "Êrîş ne ji rêzê ye. Desthilatdarî bi zimanê xwe û cihêkariyê, dibe sedema van êrîşên qirêj. Em dibînin ku polîs di gelek çalakiyên civakî de êrîşî gel û hilbijartiyan dikin."

Karakoyûn got, "Ne polîtîkayên we yên tecrîdê ne jî siyaseta we ya cihêkirinê wê nikaribe pêşî li têkoşîna siyasî demokratîk a gelên me bigire."

COLEMÊRG

Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî êrîşê da. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede got, "AKP her ku winda dike, krîzê giran dike û êrîşî Kurdan dike. Di şexsê Ferhat Encu de sîle li gelê Kurd hatiye xistin. Ne tenê li gelê Kurd, her wiha li muxalefetê hatiye xistin. Bûyera ku doh qewimî, nêzîkatiya rasteqîn a AKP'ê ya li hemberî Kurdan e. Sîleya herî mezin em ê di hilbijartinê de li desthilatdariya AKP'ê û maşikên wan bixin."

AGIRÎ

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li be avahiya HDP'ê daxuyaniyek hate dayin. Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Serhat Ceylan got, "Sîleya ku Ferhat Encu hate xistin li tevahiya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hatiye xistin. Polîtîkaya dijminatiyê ya ku desthilatdariyê afirandiye, hêzên çekdar gihandiye wê astê ku zêdegaviyê bikin. Polîsên ku pişta xwe dispêrin desthilatdariyê êrîşî her kesan dike yên li maf û edaletê digerin."