Bakirhan: Divê mutabaqat bibe metneke hiqûqî ya nivîskî
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku 'hiqûqa xwişk-biratiyê' 'hiqûqa wekheviyê' ye û got, divê mutabaqatek bê çêkirin û ev yek jî veguhere 'metneke hiqûqî ya nivîskî'.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku 'hiqûqa xwişk-biratiyê' 'hiqûqa wekheviyê' ye û got, divê mutabaqatek bê çêkirin û ev yek jî veguhere 'metneke hiqûqî ya nivîskî'.
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) 'Civîna Dema Navberê ya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk' li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê pêk anî.
Civîn bi dirûşma 'Bi rêveberiyên xwecihî yên demokratîk ber bi civaka demokratîk ve' hate lidarxistin.
Di civînê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevserokên bajar û navçeyan jî amade bûn.
BERPIRSYARIYA KU DIKEVE SER MILÊ RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn destpêkê axivî û diyar kir ku hem ji aliyê xizmeta ji bo gel hem jî ji aliyê aştiyê ve ew bi hêvî ne.
Dogan Hatûn got, "Di vê demê de ku em li ser aştiyê, demokratîkbûnê, avakirina aştiya civakî diaxivin, bêguman berpirsyariya rêveberiyên xwecihî hîn zêde bûye. Em di demeke welê de ne ku divê bi berpirsyariyan qadên xwecihî bêne xurtkirin, bi gel re bêhtir bên gel hev, bikin hêmana bingehîn a avakirina civakê. Barê me giran e, lê belê em li ber destpêkirina wê demê ne ku karê xwe di vê çarçoveyê de berfireh bikin."
PERGALA CÎHANÊ ÊDÎ BI VÎ RENGÎ WÊ DEWAM NEKE
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî bal kişand ser bûyerên li Rojhilata Navîn û Cîhanê û got, "Şer weke li her devera cîhanê, li kêleka me li Rojhilata Navîn jî diqewime. Êdî rastî ye ku pergala cîhanê wê bi vî rengî nemeşe."
Bakirhan got, "Weke li Rojhilata Navîn di asta herêmî û navneteweyî de jî pêwîstî bi aştiyê heye" û destnîşan kir ku ew li herêmê, li cîhanê, li Tirkiyeyê aştiyê diparêzin.
PEYMANEKE CIVAKÎ YA NÛ
Bakirhan anî ziman ku têkiliyên Tirk-Kurd xwedî rabirdûyeke qedîm e û diyar kir ku ev têkiliya hatiye lawazkirin divê jinûve bê xurtkirin.
Bakirhan got, "Di vir de Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de gotibû, 'Hiqûqa xwişk û biratiyê û pyemana civakî ya nû'. Ev herdu pênase xurtbûna bingeha polîtîk exlaqî ya jiyana bi hev re ya derketina ji şer vedibêje. Hiqûqa xwişk û biratiyê weke ku Birêz Ocalan dibêje, hiqûqa wekheviyê ye. Li ser zemîneke demokratîk jiyana hevpar û wekhev e."
METNEKE HIQÛQÎ YA NIVÎSKÎ
Bakirhan bi dewamî got, "Hûn zanin bê cewhera meseleya Kurd çi ye? Cewhera meseleya Kurd avanekirina mutabaqateke dualî ye ku bi wesîleyên cuda me nîqaş kirin, lê pêk nehatin. Ev mutabaqat divê veguhere metneke hiqûqî ya nivîskî."
AFIRANDINA ZEMÎNA HIQÛQÎ KARÊ MECLÎSÊ YE
Bakirhan destnîşan kir ku zemîna hiqûqî wê li meclîsê bê danîn û got, "Çima meclîs? Ji ber ku aştî tenê bi daxuyaniyên ji nêta baş nabe, dema ku bi qanûnan hate ewlekirin, hingî aştî dibe aştî. Lewma em dibêjin Meclîs."
Bakirhan bi dewamî xwest, qeyûmên li şaredariyên wan hatine danîn bêne vekişandin, hevşaredarên girtî bêne berdan.
Bakirhan got, "Rêveberiyên xwecihî ji bo demokratîkbûna dewletê weke eynikekê, pirekê, nexerêyekê ye" û destnîşan kir ku di vê li qada xwecihî demokrasî bê xurtkirin.