Li Şirnexê di qezaya trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Şirnexê, di navbera navçeyên Cizîr û Silopiyayê de qezayeke trafîkê rû da. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, yek jî birîndar bû.

Li nêzî qada Nêrdûşê ya Rêya Îpekê, qemyonek li wesayitekê qelibî.

Di qezayê de Zafer Ustev, Nûrettîn Ustev, Orhan Bayram û Melîh Kirmizigul ên di wesayitê de li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, Zana Edîz bi giranî birîndar bû.

Edîz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û hate ragihandin ku rewşa wî giran e.

Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, li pêşiya nexweşxaneyê kom bûn.