KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakiya bi çekên giran: 2 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiya ku ji aliyê tîmên bi tevger ve li qada Çemo ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên giran hat lidarxistin de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Malbata Şenyaşar: Em edaletê dixwazin
Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomîne got, “Bila sala 2023’yan bibe saleke wisa ku hemû welatî xwe tê de azad û bi ewle hîs bikin. Azadî, ewlehî û aştî bi edaletê pêkan e.” -
HPG’ê şehîdên sala 2017’an bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got “Di serî hevalên me Zîlan, Piling, Dijwar, Zinar û Şervan em ê girêdayî hemû şehîdên xwe bin û em ê têkoşîna xwe geştir bikin.” -
Çiyako: Sala 2023’yan wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Kurdistanê
Ehwen Çiyako diyar kir ku, ew ê sala 2023’yan bikin sala têkoşîna azadiya Kurdistan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û got, “Armanca me wê parastina hemû destkeftiyên şoreşê be û geşkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ be.” -
Niyaz Hamîd: Domandina tecrîda li ser Rêber Ocalan domandina şer e
Çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan tê wateya domandina şer û nenasîna pirsa Kurd.” -
Têkoşîna gerîla û vekişandin divê çawa werin nirxandin?
Em dibin şahid ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li dijî artêşa Tirk a dagirker bi awayekî dîrokî têkoşiyaye û li dijî şerê bi teknîka nûjen ya serdemê, bi fedakirina canê xwe careke din nîşan da ku têk naçe. -
PÎK: Sala nû wê ji bo gelê Kurd bibe sala azadiyê
Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) bi boneya pîrozkirina sersalê daxuyaniyek nivîskî da û got ku sala nû wê ji bo gelê Kurd bibe sala azadiyê. -
Aqûbeta Ozdemîr û Bahçecî hate pirsîn
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Îzmirê di çalakiya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" de aqûbeta Mehmet Ozdemîr û Îsmaîl Bahçecî pirsîn. -
Bayindir: 2023 wê bibe sala têkçûna AKP-MHP'ê
Hevserokê Giştî yê DBP'ê yê dîlgirtî Keskîn Bayindir got, "2023 wê bibe sala têkçûna faşîzma AKP-MHP'ê." -
Dagirkeran 2 caran bi bombeyên qedexekirî êrîş birin ser Sîdayê
Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexekirî êrîş birin ser çeperên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê. -
KONGRA GEL: 2023 wê bibe sala hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê
KONGRA GEL ji bo sala nû peyamek weşand û got, "2023 wê bibe sala hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê. Armanca me ya esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye." -
TAJÊ ji Iraqê, YE û NY re name şand
Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ bi wesîleya sersalê nameyek ji hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) re şand û xwest ku qada hewayî ya Şengalê bê girtin. -
Sayyîgît: Tirsa herî mezin a desthilatdaran jinên rêxistbûyî ne
Hevşaredara Edremîtê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku, tirsa herî mezin a desthilatdaran jinên rêxistinbûyî ne û got ku, weke jinên li Wanê dijîn ji bo berfirehkirina rêxistinbûna jinan xebat dimeşînin. -
Dîmenê çekên ku gerîla dest danîne ser
Gerîla TV dîmenê çekên dagirkeran weşand ku di operasyona şoreşgerî de ya li Girê Hakkarî ji aliyê gerîla ve hatine desteserkirin. -
Peyama KCK'ê ya ji bo sala nû: Em têkoşînê mezintir bikin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo sala nû peyamek weşand û hêviya xwe parve kir ku 2023 ji bo gelan, bindestan, jinan û mirovahiyê bibe saleke azadiyê. -
Dûran Kalkan: Em dest bi saleke hîn xurt a têkoşînê dikin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku 2023 wê bibe saleke tûj û piralî ya têkoşînê û got, "Hem têkoşîn wê bi pêş ve biçe, hem jî ber bi serketin û şoreşê ve gav bêne avêtin." -
Dagirkeran 14 caran bi çekên qedexe êrîş kirin
Artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî û carekê jî bi bombeyên qedexe li çeperên berxwedanê yên gerîla ên nêzî herêma Çemçoyê da. -
Tîma bersivdanê ya YPS'ê li Amedê li sîxuran da
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Doktor Dilşad Amed a YPS'ê ragihand ku li Amedê li hemberî 2 wesayitên çar sîxur tê de bûn çalakiya sabotajê kirine. -
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Hevalên me Azad û Adil jî di nav berxwedana dîrokî û destanî ya tunelên şer ên Werxelê de cih girtine.” -
Cejna Mêlmêlav li Şengalê hate pîrozkirin
Li Şengalê Cejna Mêlmêlav bi dadana agir hate pîrozkirin, ku kevneşopiyeke Êzidiyan e. -
Sala 2022'an li Wan û Colemêrgê binpêkirin zêdetir bûn
Di encama polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê de sala 2022'an li Wan û Colemêrgê qedexe, binpêkirina mafên mirovan, talankirina xwezayê, kuştina karkeran û operasyonên qirkirina siyasî bênavber dewam kirin. -
Kalkan: Artêşa Tirk ketiye nava 'Sendroma Zapê'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku rewşa li Kurdistanê mohra xwe li sala 2022'an a li herêmê xist û destnîşan kir, artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîla kete nava 'Sendroma Zapê'. -
Li navçe û taxên Amedê bi gel re hatin ba hev
KCD, DBP û HDP li tax û navçeyên Amedê bi gel re hatin ba hev. -
Serokê TBB’ê Sagkan serdana Malbata Şenyaşar kir
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan serdana Malbata Şenyaşar kir û got, "Divê qîrîna edaletê bê bihîstin." -
Sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin
Artêşa Tirk a dagirker 20 caran bi çekên kîmyewî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîlan.