Li Mexmûrê Şehîd Rizgar Denîz hat bibîranîn

Şehîdê Çapemeniya Azad Rizgar Denîz di 5'emîn salvegera şehadeta xwe de li Mexmûrê li ser gora xwe hat bîranîn.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Rizgar Denîz (Rizgar Adanmiş) yê ku di 18’ê Kanûna 2017’an de di encama êrîşek a çeteyên DAÎŞ’ê de li Dêrazorê li gel du hevalên xwe Şehîd bû, li ser gora xwe ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hat bibîranîn.

Di bîranînê de rêhevalên Şehîd Rizgar û şêniyên wargehê amadebûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre ji aliyê Rojnamevan Abid Kar ve axaftin hate kirin.

Abid Kar di destpêka axaftinên xwe de, di keseyeta Şehîd Rizgar de tevahî şehîdên çapameniya azad bi bîr anî û got: “Hevalê me Rizgar, di pêvajoya DAÎŞ’ê de şehîd bû. Em wek rêhevalên wî wê heta dawî şopdarên şehîdan bin. Hevalê me Rizgar, hertim bê tirs karê xwe dida meşandin û ji bo bibe dengê gelê Kurd heta dawî kar kir. Em ê wek hevalên wî, li ser rêya şehîdan bimeşin û em ê şopdarê heqîqetê bin.”

Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan axivî û anî ziman ku şehîd rêya gelê Kurd ronî dike û wiha domand: “Şehadet ji bo me pir giranin, lê em timî bi şehadetan xwe bi hêz dikin. Rojnamevan ji bo ku bibe dengê gel kar didin meşandin. Lê belê di roja me ya îro de timî di hedefa dijmin de ne. Li Rojava, Şengal û Mexmûrê rojnamevanan şehîd dixin, li Bakûr jî bi dehan rojnamevanên ku rastiya gel nîşan didin, hatine girtin. Em wan êrîşan şermezar dikin. Her şehîd ji bo me şitlek a azadiyê ye. Şehîd Rizgar jî yek ji wan e. Em wek malbatên şehîdan heta dawî em ê şopdarê şehîdên xwe bin.”

Bîranîn bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.