Kongreya 4'emîn a PADÊ destpê kir

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) kongreya xwe ya 4'emîn lidar dixe. Kongreyê bi beşdariyeke girseyî destpê kir.

Kongreya 4'emîn a PADÊ li nehiya Sinûnê ya Şengalê bi tevlîbûna 250 delegeyî û 500 mêvanî, bi dirûşma "Azadî, Demokrasî û Aştî" bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê û rayedarên leşkerî, serokeşîrên Êzidî û Ereb, oldarên Êzdî, nûnerên YNK’ê, Partiya Pêşvero, nûnerên Şîayên Şengal, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê tevlî bûne.

Piştî hilbijartina dîwana kongreyê, Hevserokê PADÊ Emer Saleh axivî û kongre li tevahiya Êzidiyan pîroz kir.

Emer Saleh got, "Em tev dizanin, ev dema ku em tê de ne bi her awayî tijî ye û rojane rojevên herêmê û cîhanê yên siyasî diguherin. Bi giştî rewşa cîhanê rewşa Iraq û herêmê krîz û qeyrana birdozî, siyasî, aborî û civakî her ku diçe kûr û mezintir dibe. Ev yek dibe sedema şer. Mirov dikare vê pêvajoyê weke şerê cîhanê yê yekemîn bi nav bike. Dîsa navenda vî şerî herêma me ye. Herêma me bi giştî di nav qeyran, alozî û şer de ye.

Di vî şerî de dewleta Tirk a dagirker dixwaze xeyala xwe ya Osmanî pêk bîne û Rojhilata Navîn bi giştî dagir bike. Di destpêkê de jî li axa Kurdistanê û çiyayê Şengalê qirkirinan pêk bîne û dagir bike. Li pêşiya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn astengiya herî mezin dewleta Tirk a faşîst e ku nahêle çareserî pêk were. Êrişên ku li ser Rojava û Sûrî, Başûrê Kurdistan û Şengalê dîsa êrişên li ser Başîqa û binpêkirinên mafê sînoran a axa Iraqê hedef û xeyalê xwe yê dagirkirin û xeyalê wî ya sînorên Osmanî dide diyarkirin."

Emer Saleh wiha domand, "Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de me çima xwe neparast, çima me parastina xwe ji hinekan re hişt. Heta van sed salê dawî jî miletê me li ser kevneşopî û irf û adetên xwe dîsa bi lewazî be jî parastina xwe dikir û jiyana xwe birêve dibin. Van sed salên dawî yên di serdema modernîteya kapîtalîst de, li gorî serdemên din ji hêla fikrî, siyasî, aborî û civakî de xwe nû nekir û yên heyî jî nikarîn bibin bersiv, lewma yên heyî jî gav bi gav hebûna xwe lewaz dibe û winda dike. Lewra niha miletê ku bê rêxistin û parastin be nikare xwe birêve bibe û wê mafê heyî jî ji dest bide. Êzîdiyan piştî fermanê bi fikir û felsefeya demokratîk û azad xwe birêxistin kirin û hemû şaxên xwe yê neteweya demokratîk bi saz kirin. PADÊ jî weke partiyek gelê Êzîdî di Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Êzîdî hate avakirin û xebatên xwe yên siyasî û civakî dimeşîne."

Emer Saleh her wiha bal kişande li ser bikaranîna çekên kîmeyawî yên li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku ev karekî li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye, pêwîste her kes li dijî van binpêkirina rabe û got ku di dema êrişan de civaka Êzidî tenê PKK li gel xwe dît.

4. Kongreya PADÊ bi axaftin û peyamên sazî, rêxistin û mêvanan dewam dike.