'Desthilatdarî neçar e ku fikaran ji holê rake'

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr ev pirs kir; "Ya ku li Îmraliyê tê veşartin çi ye?" û got, "Desthilatdarî neçar e serlêdana parêzeran, malbatê û ya me qebûl bike û dawî li fikarên bi milyonan mirovan bîne."

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr bi bîr xist ku ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan serî li Wezareta Edaletê dane, lê belê hîn jî bersiv ji wan re nehatiye dayin.

Parlamenta Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr ji ANF'ê re axivî. Îmîr bal kişand ser rewşa li girtîgehên dewleta Tirk û got, "AKP di nava krîzeke aborî û siyasî de ye. Ji bo nixumandina vê kaosê hem di asta raya giştî ya navneteweyî de hem jî li çar parçeyên Kurdistanê û girtîgehan polîtîkayeke yekpare ya dijminatiya li Kurdan dimeşîne. Li girtîgehan gelek rê û rêbazên êşkenceyê êdî bi rêk û pêk bûne. Berê çend girtîgeh û rêveberên wan ên bi pirsgirêk hebûn, lê îro li girtîgehan ji tecrîdê jî girantir kiryar têne kirin. Desthilatdariya AKP'ê ku polîtîkaya înkar, tunekirin û şer bi rengekî bêperwa dimeşîne, vê yekê ji girtîgehan heta bi kolanan û meclîsê dixe meriyetê."

BI MILYONAN MIROV BI FIKAR IN

Îmîr destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dûrî ji aqil e û wiha dewam kir: "Ji ber tenduristiya Birêz Ocalan û agahî wernegirtina ji wî ku 21 meh in bi ti awayî hay jê nîne, bi milyonan mirov di nava tirs û fikaran de ne. Ji bo eşkere bikin ku li Îmraliyê çi diqewime, me serlêdan ji bo hevdîtinê kirin. Bûye demeke gelekî dirêj ku agahî ji Birêz Ocalan nayê wergirtin, lewma em civak ji vê rewşê gelekî bi fikar in. Li Îmraliyê çi diqewime; ji malbatê, parêzeran û civakê çi tê veşartin? Mîna ku ev jî têrê nake, her carê li hemberî Birêz Ocalan spekulasyon têne kirin.  Hewldana me jî ji bo wê yekê yek ku van spekulasyonan ji holê rake. Desthilatdarî neçar e ku serlêdanên parêzeran, malbatê û ya me qebûl bike, bi vî rengî fikaran ji holê rake. Her wiha pêwîstiyeke ku ji aliyê civakê ve hatiye kirin. Me daxwazeke bi vî rengî ji Wezareta Edaletê kir, lê hîn ne bi erênî ne jî bi neyînî bersivek ji me re nehatiye dayin."

ZÛ YAN JÎ DERENG WÊ DERÎ VEKIN

Îmîr diyar kir ku ji bo dawî li xitimandina pirsgirêka Kurd bîne, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar e ku careke din bikeve dewrê û got, "Divê tavilê agahî ji Birêz Ocalan bê wergirtin. Ev yek ne tenê daxwaza me ye, daxwaza gelê Kurd e. Pêwîste tavilê hevdîtin pê re were kirin. Di çarçoveya hiqûqî de em serî li her rê û rêbazê didin. Zû yan jî dereng ev desthilatdarî neçar e ku deriyên Îmraliyê li malbatê, me û parêzeran veke. Desthilatdarî xwe ji kaos û krîzê xwedî dike û bi polîtîkayên şer hebûna xwe diparêze. Ji ber vê yekê jî her polîtîkaya ji bo çareseriyê ji holê rake, dixwaze xwe weke alternatîfa yekane nîşan bide. Naxwe desthilatdarî bi xwe jî zane ku pirsgirêka Kurd dawiya dawî bi hevdîtina bi Birêz Ocalan dikare çareser bike."