'Eşkere bû ku gelên Rojhilat û Îranê karin çarenûsa xwe diyar bikin'

Endamê Çapemeniya Azad a Rojhilatê Kurdistanê Kawyan Kamdîn destnîşan kir ku gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hêviya jiyaneke nû ya azad û demokratîk dan û got, "Diyar bû ku gel kare çarenûsa xwe bi xwe diyar bike."

Endamê Çapemeniya Azad a Rojhilatê Kurdistanê Kawyan Kamdîn di bernameya Lapere ya Radyoya Gel de li ser êrîşên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hemberî xwepêşandêran û çalakiyên li dijî pergalê axivî.

Kawyan Kamdîn destpêkê şehîdên şoreşa Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî û got, "Di kesayeta Jîna de, hemû kesên ku ji bo azadiyê canê xwe dan em serê xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em ê wan bikin rênîşanderên şoreşa wekhevî û azadiyê di Îranê de."

'EV ŞOREŞ HÊJA YE'

Kawyan Kamdîn diyar kir ku di pêvajoya van sê mehan de, li hemû Îranê bost bi bost, li Kurdistan, Azerbacan, li Belûçistan, li hemû bajêr û navçeyên Îranê şoreş, berxwedan û serhildan pêk hat û got, "Li her cihekî Şehîdên me hene. Şehîdên Kurd, Azerî, Fars, ji her neteweyekî, ji her bîr û baweriyekî beşdar bûn û şehadet çêbûn. Hemû kes ji aliyê xwe ve ji bo azadiyê, berdêla herî mezin ku canê mirov e, feda kir. Ji bo vê ev şoreş hêja ye."

'GEL HÊVIYA JIYANEKE NÛ, DEMOKRATÎK Û AZAD DIDE MIROVAN'

Di dewama axaftina xwe de Kawyan Kamdîn qala pêşengiya gel a ji şoreşê re kir û wiha dewam kir:

"Dilê me bi asta hişyarbûna gelên Rojhilat û Îran re ye. Bi asta hişyariya jin û ciwanan re ye. Yek ji duyemîn destkeftiyên mezin a vê şoreşê çiye? Hişyariya gel e. Ev di sloganên wan de û di şêwazê nêzîkatiya li hember dewletê de diyar e. Bi qasî ez bi vê dilxweş im, bi nêzîkatiyên hizbên heyî dilxweş nîn im. Bi rêxistinan razî nîn im ji ber ku tiştekî teqlîdî û dûbare heye."

Kawyan Kamdîn destnîşan kir ku gel hêviya jiyaneke nû, hîn zêdetir azad û demokratîk dide mirovan û got, "Farsek an jî neteweyên dîtir her çiqas dagirkerî û çewisandin hîs bikin, Kurd 2 qatî wan hîs dikin. Ji ber ku tu carî rejîmên Îranê Kurdan wekî beşeke Îranê nedîtine û her tim Kurd hatine tecrîd û goşegîr kirin. Hatine belav kirin, tepisandin û qetil kirin. Ew gotin, tê wateya ku eger hûn carekê li Tehran zilm dikin, hûn li Kurdistanê vê 2 caran dikin. Ev kûrbûna gel dide diyar kirin ku di ferqa vê de ye."

Di dawiya axaftina xwe de Kawyan Kamdîn destnîşan kir ku gelê Rojhilat û Îranê pir zêdetir ji muxalefeta Îranî û hizbên desthilatdarxwaz zane û hişyar e û li gorî vê tevdigere.

Kawyan Kamdîn di vê der barê de got, "Ji hizban zêdetir dinyayê dixwînin. Heta astekê pêşengtî tê kirin. Diyar bû ku gel kare bi xwe çarenûsa xwe diyar bike. Gel pêwîste vê bike. Bi xwe pêşengê xwe diyar bike. Gel pêşengê xwe, Rêberê xwe derxist. Encamê vê şoreşê ew bû ku jin û ciwan Rêber in. Rêbertiya xwepêşandan, şoreşê dikin. Li gor vana taktîk, stratejiyê diafirîne û diyar dike ku çawa û kengî tevbigere. Di xwe rêxistinkirinê de lewaztî heye. Li hember hêzeke wekî dewletê ku bi her awayî rêxistinkirî ye, bi zaman re mirov dikare hîn zêde li ser raweste û çareser bike."