Li Xezeyê di 24 saetan de 58 kes hatin qetilkirin û 179 kes birîndar bûn

Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên 24 saetên dawî li ser Xezeyê de herî kêm 58 kes hatin qetilkirin  û 179 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên dawî yên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ve hatine weşandin, di meha 8’emîn a êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de herî kêm 54 hezar û 84 Filistînî hatine qetilkirin, 123 hezar û 308 kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî winda ne.

Wezaretê ragihand ku di 24 saetên dawî de 28 cenaze û 179 birîndar gihîştine nexweşxaneyên Xezeyê. Yek ji van êrîşan hewayî saetên serê sibê yên roja Çarşemê li ser mala rojnamevan Usame el-Erbid ê ku li bakurê Xezeyê ye pêk hat. Di vê êrîşê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

BIDAWÎBÛNA AGIRBESTÊ HETA NIHA NÊZÎKÎ 4 HEZAR KES JIYAN XWE JI DEST DANE

Artêşa Îsraîlê ji 18’ê Adarê ve ji dema ku agirbest bi awayekî yekalî bi dawî kiriye, li Xezzeyê 3,924 Filistînî qetil kitiye û 11,267 kes jî birîndar kirine. Îsraîlê di vê serdemê de, bi dijwarî êrîşî ser qadên sivîlan, navendên tenduristiyê û kampên penaberan kir. 

PERGAL TENDURISTIYÊ HILWEŞIYA YE

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku 22 ji 38 nexweşxane êdî ji xizmetê nadin û yên ku dixebitin jî pêdiviya wan alavên tenduristiyê hene. Ji ber kêmbûna derman û alavên tenduristiyê, xizmetên bingehîn ên tenduristiyê jî nayên dayin.