KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Êlihê meş: Komkujiya Parîsê hat protestokirin
Li Êlihê bi tevlêbûna bi hezaran kesan, mîtîngek hat lidarxistin û piştre girse meşiya. -
Li Êlihê bi hezaran kes di mîtînga HDP'ê de li hev kom bûn - HATE NÛKIRIN
Partiya Demokratîka Gelan (HDP) bi dirûşma "Na ji şer û xizaniyê re" li Êlihê mîtîngek lidar xist. Bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. -
Komkujiya Parîsê ya Duyemîn li Nisêbînê hate şermezarkirin
Komkujiya Parîsê ya Duyemîn li Nisêbînê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. -
HPG: Li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Li qada Çemço ya herêma Zapê, di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li konekî leşkerî hate xistin. -
Ji bo Evîn Botan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Evîn Botan (Emîne Kara) ku li paytexta Fransa Parîsê di 23'ê Kanûnê de şehîd ket, li kampa penaberan a Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan. -
RJAK: Kujerên herdu komkujiyên Parîsê eşkere bikin
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK), Komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir û ji dewleta Fransayê xwest ku demildest kujerên herdu komkujiyên Parîsê eşkere bikin û hesab ji wan bixwazin. -
KCK: Ev komkujî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP a faşîst ve hatiye kirin!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn (Emîne Kara) û Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Ev komkujî ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve hatiye kirin ku piştevan û rêveberê DAÎŞ'ê ye." -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker ji hin qadên Zapê vekişiya
HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji gelek qadên li rojava û rojhilatê Zapê vekişiya û got, "Ev encama dîrokî nîşaneya xurtbûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye, nîşaneya têkçûna artêşa Tirk e." -
PAJK: Gel û jinên Kurd wê li her derê xwe biparêze û têkoşîna azadiyê berbelav bike
Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku komkujiya Parîsê sûcekî şer e ku ji aliyê şefê faşîst Erdogan ve hatiye kirin û destnîşan kir, ku gelê Kurd wê li her derê xwe biparêze, bi rêxistin bike û têkoşîna azadiyê berbelav bike. -
Li Kurdistanê êşkenceya ji ber bendên kontrolê
Li Kurdistanê, bendên kontrolê yên polîs û leşkerên Tirk ên li ser rêyên bejahî, her wiha bendên kontrolê yên li navenda bajêr dibin sedema nerazîbûnê. -
‘Em çiqas şehîdan bidin jî, em ê dest ji doza xwe bernedin’
Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê têkildarî Komkujiya Parîsê daxuyanî da û got: “Dewleta Fransa rê dide dewleta Tirk ku komkujiyên bi vî awayî pêk bîne.” -
Komkujiya Parîsê li Mexmûrê hat protestokirin
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê meşek girseyî hat lidarxistin û bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku demildest komkujiyê ronî bikin. -
Bazên metropolê li dijî navenda polîsan çalakî pêk anî
Bazên metropolê li Yenîşehîra Amedê li qereqola polîsan xist. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Erka me ye ku em tola hevrê Evîn, Mîr û Abdurrahman hilînin." -
Dagirkeran 10 caran bi çekên kîmyewî êrîşî çeperên berxwedanê kirin
Artêşa Tirk a dagirker di 23’ê Kanûnê de 10 caran çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya girêdayî bajarokê Şêladizê ya Amediyê bi çekên kîmyewî bombebaran kir. -
Li hemberî komkujiyê banga yekîtiyê li hemû Kurdan hate kirin
Kongra Star û Tevgera Azadî li hemberî Komkujiya li Parîsê banga yekitî li tevahiya gelê Kurd û partiyên wan kir. -
Konferansa Meclîsa Ciwanan: Wê têkoşîna me tecrîdê bişkîne
Di Konferansa 3’emîn a Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de peyam hate dayîn ku wê bi têkoşînê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were azadkirin. -
YRK’ê li ser tevgera komeke kontra hişyarî da
YRK’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku komeke kontra li Merîwan, Kosalan û Hewreman bi cil û bergên gerîla ketine nava tevgerê û zextê li gel dike. YRK’ê ragihand ku divê gel hişyar û baldar be. -
Cangoriyên Qetlîama Parîsê li Mexmûrê hatin bîranîn
Li Kampa Şehîd Rustem Cûdî cangoriyên Qetlîama Parîsê hatin bîranîn. -
Li mala Mîr Perwer a li Mûşê şîn hate danîn
Ji bo hunermend Mîr Perwer ê ku di qetlîama Parîsê de hatibûn qetilkirin, li Mûşê şîn hate danîn. -
KCK: Qetlîama Parîsê berdewama 9’ê Çileyê ye
KCK’ê, qetilkirina sê Kurdan li Parîsê, şermezar kir û got ku êrîş dewama Qetlîama 9’ê Çileyê ye. KCK’ê anî ziman ku berpirsê qetlîamê desthilata AKP-MHP ye û banga tevlêbûna çalakiya protestoyî ya sibehê li Parîsê bê lidarxistin kir. -
KJK: Em ê teqez hesabê vê qetlîamê bipirsin
Koordînasyona KJK'ê têkildarî komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ku 3 kes têde şehîd bibûn, daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Em ê teqez hesabê vê qetlîamê ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin." -
KNK: Li dijî êrîşan bê deng û bê helwest nemînin
KNK’ê têkildarî êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê pêk hat de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Divê li her cihê Kurd xwedî li saziyên xwe derkevin û bê deng û bê helwest nemînin.” -
Cenazeya gerîlaya YJA Starê Guler Gungen hat veşartin
Cenazeya gerîlaya YJA Starê Guler Gungen ku di şerê li Çiyayê Cûdî de şehîd bû, hat veşartin. -
Bayindir: Çi dikin bila bikin wê têk biçin
Hevserokê giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ê ku li Amedê hat destgîrkirin got, “Tu kes nikare serê Kurdan bitewîne. Çi dikin bila bikin wê têk biçin." -
Li ber DBP’ê peyama berxwedanê: Em ê êrîşan pûç bikin
Li pêşiya DBP’ê operasyonên qirkirina siyasî hate şermezarkirin û peyama berxwedanê hate dayîn. Hate gotin ku wê êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê bên pûçkirin.