BI DÎMEN

Nobeda Azadiyê ya li Cenevreyê kete meha 53’yemîn

Nobeda Azadiyê ya ji 25’ê Çilaya 2021’an ve ye hemû rojên Çarşeman li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî  (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê  tê lidarxistin, kete meha 53’yemîn.

Ev çalakiya rûniştinê ya bênavber a ji aliyê Kurdistaniyan ve tê lidarxistin, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam dike.

Çalakiya vê hefteyê bi deqeyeke rêzgirtina ya ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dest pê kir. Piştre Veysel Kûşkanadi li ser navê Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Kûşkanadi di daxuyaniyê de bal kişand ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ya weke ‘’banga sedsalê’’ tê pênasekirin. Hate diyarkirin ku banga Rêber Apo  li hemberî pirsgirêkên sereke ên li Tirkiyeyê çareseriyên aşitiyane û demokratîk pêşkêş dike.

Daxwazên sereke yên deklarasyonê wiha hatin rêzkirin:

* Jinûveavakirina mekanîzmaya diyalogê

* Sazîkirina pêvajoya muzakereyan

* Xurtkirina zemînên demokratîk

* Dabînkirina zemîna aramî û ewlehiyê

* Destpêkirina rûbirûbûna civakî û pêvajoyên sererastkirina edaletê

Komîteya Çalakiyê, bang li muxatabên vê bangê kirin ku pêşeroja Tirkiyeyê bi rê û rêbazên demokratîk ava bikin  û da zanîn ku aşitiya mayînde bes wê bi berpirsiyariyên civakî pêk were.

JI NY’Ê RE NERAZÎBÛNA MEXMÛRÊ

Her wiha di daxuyaniyê de kiryarên hikûmeta Iraqê yên li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê jî hatin rexnekirin. Hate destnîşankirin ku dorpêç û polîtîkaya tecrîdê yên ku ev zêdetirî 6 salan e tên sepandin li dijî mafên mirovan e û bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne.