Birayê şehîd Agir Tilizêr: Em heya dawî bi gerîla re ne

Birayê gerîlayê HPG'ê Agir Tilezêr Rojhat Feqîr diyar kir ku dewleta bi sedan sal e dijminatiyê li Kurdan dike û got: "Em ê heya dawî li hemberî dijminê dagirker şer bikin."

Gerîlayê HPG'ê Agir Tilizêr ku ciwanekî ji Şengalê bû, di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de li qada berxwedanê ya Werxelê di 11’ê Hezîrana 2022’an de şehîd bû.

Birayê Şehîd Agir Tilezêr Rojhat Feqîr, li ser şehadeta birayê xwe axivî. Feqîr got: "Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema PDK’ê em  firot û reviya, keç û dayîkên me ketin destê çeteyan. Lê belê gerîlayên azadiyê xwe gihandin hewara xelkê Şengalê."

Feqîr destnîşan kir, ku Şehîd Agir jî li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û wiha berdewam kir: "Piştî ku li çiyayên azad şer pêk hat, li dijî dagirkeriyê biryara tevlîbûna li nava refên gerîla da. Ev yek exleqa me ya Êzidiyan e, dema kesek qencî li me dike em ti car ji bîr nakin."

Rojhat Feqîr da zanîn, çawa gerîla ji bo na wan canê xwe dane, ew jî amade ne ku di nava refên gerîla de şer bikin û got: "Ne tenê Şehîd Agir gelek keç û xortên Êzdiyan berê xwe dane çiyayên azad û li hemberî dewleta Tirk şer kirine. Şehîd Berîvan, Têkoşer Delîl û gelek kesên din."

Feqîr diyar kir ku ew bi şahedeta birayê xwe serbilind e û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Li ser gerîla çekên kîmyewî tên bikaranîn, em civaka Êzidî vê qebûl nakin û bêdeng nabin. Em ê heta dawî piştgiriya gerîla bikin."