AKP'ê rêya Wan-Colemêrgê kiriye rêya mirinê

Rêya bejahî ya Wan-Colemêrgê ku desthilatdariya AKP-MHP'ê 20 sal in kiriye rêya rantê, hema hema her roj dibe cihê qezayên trafîkê.

Li ser rêya Wan-Colemêrgê hema hema her roj qeza rû didin, mirov jiyana xwe ji dest didin. Di heman demê de kevir û tehtên ji çiyê werdigierin ser rê, dibin sedema qezayan. Di encama van qezayan de bi dehan mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn. Her wiha ji ber ku bi têl ên ji pola tedbîr nehatiye wergirtin, ji ber tehtên ku wergeriyane ser rê heta niha kesekî jiyana xwe ji dest da, nêzî 30 kes birîndar bûn û xisar li 20 wesayitan bû.

RÊYA KU 20 SAL IN NEHATIYE QEDANDIN

Li rêya ji 200 kîlometreyî ya navbera Wan û Colemêrgê 20 sal in karê firehkirina rê dewam dike. Beşeke biçûk a rê hatiye qedandin, ya mayî jî kort e, ax e, şerîteke bi tenê ye. Her wiha gelek bendên kontrolê jî li ser rê hatine danîn ku ev yek bûye sedem rê bêhtir teng bibe. Di heman demê de dibin sedema rûdana qezayên trafîkê.

Tunelên li ser rêya Wan-Colemêrg û Wan-Geverê jî ku zêdeyî 10 sal in dewam dikin, sedemeke din a rûdana qezayan e. Bi qedandina tunelan re dibe ku pêşî li gelek qezayan bê girtin. AKP û alîgirên wê, karê çêkirina tunelan û rêya bejahî bi zanebûn dirêj dikin, veguherandine qadeke rantê. Bi vî rengî jî rê kirine qada mirinê. Di nav a20 salan de li ser Rêya Bejahî ya Wan-Colemêrgê bi sedan qezayên trafîkê rû dan ku mirovan jiyana xwe ji dest dan.

HIN JI QEZAYÊN KU SALA 2022'AN RÛ DAN

16'ê Kanûna 2022'an di qezayê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Li ser rêya Bejahî ya Wan-Colemêrgê 10'ê Kanûna 2022'an 2 wesayitan li hev ketin, kesekî jiyana xwe ji dest da, 6 kes birîndar bûn ku rewşa 2 jê giran bû.

Meha Kanûnê li ser rêya Colemêrgê di qezayekê de kesek mir, 13 kes jî birîndar bûn.

27'ê Îlona 2022'an li qada Bendava Zernekê ya Colemêrg-Wanê di qezayê de 5 kes birîndar bûn.

11'ê Gulana 2022'an li ser Rêya Bejahî ya Colemêrg-Wanê di qezayê de 2 kes mirin 5 kes bi giranî birîndar bûn.

20'ê Adara 2022'an li ser Rêya Wan-Colemêrgê di qezayê de 2 kes mirin.

20'ê Adara 2022'an di qezayê de 12 kes birîndar bûn.

21'ê Gulana 2022'an li ser Rêya Bejahî ya Wan-Colemêrgê di qezayê de 13 kes birîndar bûn ku rewşa 3 ji wan giran bû.