Ji bo Şehîd Abbas Baran merasîma bîranînê hate lidarxistin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê ji bo şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Yasîn Elî (Abbas Baran) merasîma bîranînê li dar xist.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê ji bo şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Yasîn Elî (Abbas Baran) merasîma bîranînê li dar xist.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê ji bo şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Yasîn Elî (Abbas Baran) li pêşiya mala wî merasîma bîranînê li dar xist. Bi sedan welatî beşdarî merasîmê bûn.
Ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Hewlêr Kobanê di merasîmê de axivî û ji malbata şehîdî re sersaxî xwest. Hewlêr Kobanê anî ziman ku bi saya felsefeya Rêber Apo û şehîdan gel li hemberî polîtîkayên înkar, qirkirin û tunekirinê sekna berxwedanê nîşan dide.
Hewlêr Kobanê piştre ev yek anîn ziman: ‘’Li gel parastina destkeftiyên şoreşê em ê li ser şopa şehîdên xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Heya serkeftina avakirina civaka demokratîk em ê rêya şehîdan a têkoşînê bişopînin.’’
Endamê Konseya Leşkerî ya Amûda Berxwedan Amûdê jî diyar kir ku bi hezaran jin û mêrên ciwan li hemberî neheqiya li ser gelê xwe, berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û destanên lehengiyê nivîsandine.
Mamê Şehîd Xalid Elî li ser navê malbata Şehîd Abbas Baran axivî û got: ‘’Gerîlayên azadiyê, sembolên mirovahî û edaletê ne. Heya serkeftina avakirina civakeke azad û demokratîk em ê li ser şopa şehîdên xwe têkoşîna xwe bidomînin.’’
Di dawiya merasîmê de belgeya şehadetê hate xwendin û li gel berzkirina dirûşmeyan ji malbatê re hate teslîmkirin.