Li Bokanê kesek bi êşkenceyê hate qetilkirin

Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Mûhammed Haci Resûl ê ku hate destgîrkirin, hate ragihandin ku bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.

Li gorî nûçeya RojNewsê, li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê Mûhammed Haci Resûl 23'ê Mijdarê ji aliyê hêzên dewletê ve hate destgîrkirin.

Hate ragihandin ku êşkenceyeke giran li Haci Resûl hatiye kirin û ew rakirine nexweşxaneya Botanê, lê di şeva 18'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest daye.

Ji 16'ê Îlonê dema qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û vir ve li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tevgereke mezin a gel heye.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di dema çalakiyên şermezarkirinê de 469 kes hatin qetilkirin ku 63 jê zarok in. Her wiha metirsiya darvekirinê li ser 39 kesan heye.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên xwecihî, tenê li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 122 kes hatin qetilkirin.