Komkujiya Perexê, PDK û plana sereke

Bi Komkujiya Perexê re dewleta Tirk, wê tevî PDK û hikûmeta navendî ya Iraqê ji Heftanînê heta Qendîlê, ji Qendîlê heta Şengal û xeta Mexmûrê û ji wir jî ber bi Rojava ve dest bi operasyoneke ‘pelçiqandinê’ bikirina.

Di 20’ê Tîrmeha 2022’an de bi awayekî plankirî û bi koordîne bi 5 topan li gundê Perexê yê li Heftanînê hate xistin.Awayê êrîşê pir balkêş bû. Artêşa Tirk di salên 2019-2020’an de li girên li bakurê herêma Perexê ku geliyekî dirêj e; li aliyê başûr jî PDK û li hin herêman jî hêzên hevpar ên sînor ên hikûmeta navendî ya Iraqê hatibûn bicihkirin. Ev hêzên sînorî jî hêzên PDK’ê ne, ji ber vê jî meaşê xwe ji hikumeta navendî ya Iraqê distînin. jî. Hemû ferman û biryar ji aliyê PDK û hikûmeta navendî ya Iraqê bi awayekî hevpar tên dayîn. Yanî ev hêz, hêzên PDK’ê ne û lê unîformayên hikumea navendî ya Iraqê li xwe kirine. Ji ber vê jî mirov ji dêvila hikumeta navendî ya Iraqê wêdetir ji wan re bibêje PDK wê di cih de be.

 POZÎSYONA PEREXÊ Û OPERASYONA ÇÊKIRINA FERASETÊ

Gundê Perexê ya ku komkujî lê hat kirin, ji çar aliyan ve ji aliyê artêşa Tirk û hêzên PDK’ê çavdêriya wê tê kirin. Ji ber vê yekê ne mimkun e ku mirov qala şaşiyeke îstîxbaratî an jî komkujiyeke tesadufî bike. Ger ev tişt xeletiyek bûya, li her du aliyên girên heyî îstîxbarata demkî tê nirxandin û navend hene ku dest bi operasyonên şopandinê bikin. Topa ewil ne li navenda gund, piçekî li pêş dikeve. Diyar e ku topa duyemîn jî ji girên jorîn hatine koordînekirin, ligel ku li hewayê gelek wesayîtên hewayî yên bêmirov ên Tirk digeriyan. Weke ku tê gotin, ger xeletiyek hebûya di topa yekem û yan jî di ya duyemîn de dikaribû bombebaranê bisekinînin. Lê berevajî wê piştî ku ya duyemîn dikeve nîvê girseyê jî lêdan didome. Ji vir pir eşkere diyar dibe ku; Hem PDK û hem jî dewleta Tirk ev komkujî bi awayekî plankirî kirine. Ne tesaduf e ku medyayên ser bi PDKê û bi taybetî jî yên girêdayî Mesrûr Barzanî di dema komkujiyê û beriya wê komkujiyê de amade bûn, wesayîtên weşana zindî hatine amadekirin û ji bo deng weşaneke kurt a zindî jî tê kirin.Ev hemû he tesaduf in. Di heman demê de vê medyayê nûçeya pêşîn a qetlîamê weşandin. Lê wekî taktîka medyaya şerê taybet gotibûn “Ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirk de, pitik û zarok jî di nav de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane.” Vê agahiya pêşîn ‘gelekî girîng bû, tê wateya ku ji niha şûnde ji van hêzan yek teqez sûcdar e. Jixwe wê piştre PKK sûcdar îlan bikirina. Bi kurtasî bi agahiyên pêşîn re ferasetekê çêdikin û agahiyên piştî wê çi bihata gotin wê bihata qebûlkirin.

YÊN KU JIYANA XWE JI DEST DANE IRAQÎ BÛN

Divê were destnîşankirin ku li vir çend faktorên ne li gorî hesaban hene. Yên ku jiyana xwe ji dest dane kesên ji Iraqê ne û ji bo seyranê hatine wir.  Vî tiştî hemû hewldanên avakirina ferasetê ya PDK’ê pûç kir. Ji ber ku beriya medyaya PDK'ê sivîlên li wir vîdyoyên ku kişandibûn li ser medyaya dîjîtal belav kiribûn û vî tiştî li Iraqê nerazîbûneke mezin çêkiribû.. Li vir jî faktoreke din a girîng ket rojevê, Sadrê beriya hemû hêzan ev tişt xist rojeva xwe. Li Iraqê Sadr tê wateya ku gel dakeve kolanan. Lê di vir de meseleya sereke ne ev e ku sûcê dewleta Tirk îfşa bikin, Sadr xwest alîgirên xwe daxe kolanan û çavê PDK’ê bitirsîne. Piştî çend rojan Sadrê gihişt encama ku dixwest, ev protesto ji armanca wê derxist û berê xwe da parlementoyê. Planên dewleta Tirk û ya hevkarên wê pûç bûbû, li ser sûc hatibûn zeftkirin.

TEVGEREKE MEZIN Ê PELÇIQANDINÊ

Ez di wê baweriyê de me ku rola hikûmeta Kazimî di nixumandina vê bûyerê de hebû, di dema ku wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên ê PDK’yî ji aliyekî bertek nîşan dida lê di heman rojê de hêzên girêdayî partiya wî erzaq dibirin ji leşkerên Tirk ên li Girê Amêdiyê, dema mirov vî tiştî tenê bibîne jî wê were dîtin çawa bêexlaqî tevgeriyane. Min hewl da bûyeran bi kurtî vebêjim û sedema ku min piçekî agahiyên zêdetir jî da ev e ku, têkiliyan van tiştan bi êrîşên mûxtemel ên li ser Rojava hene. Bi vê qetlîamê re wê dewleta Tirk wê tevî PDK û hikûmeta navendî ya Iraqê ji Heftanînê heta Qendîlê, ji Qendîlê heta Şengal û Mexmûrê û ji wir jî heta Rojava dest bi operasyoneke berfireh a ‘pelçiqandinê’ bikin. Komkujî nayê efûkirin, hemû jî sivîl bûn, yek jê pitik, piraniya wan zarok bûn. Ma ji vêyê çêtir tu hincetên din hene? Ji bo ku PDK li hemberî PKK’ê dest bi êrîşeke çalak bike û pê re jî destê PDK’ê xurt dikir. Tu çîrokeke din a ji vêya baştir wê nikaribûna çêbikin. Ne PDK û ne jî artêşa Tirk negihiştin encama ku dixwestin. Rewşeke berevajî pêk hat. Piştî vê Mesûd Barzanî di serî de Barzaniyên din li ser navê dewleta Tirk dest bi qanihkirina hêzên Iraqê kirin, piştî demeke kurt ser vê bûyerê hate girtin. Êrîşên li qadê jî dîsa domiyan. Dewleta Tirk jî kete heriyê û hêza wê kêm dibû. PDK a ku mehek berê bi awayekî fermî nerazîbûn nîşanî qetlîama dewleta Tirk dida,  vê carê ji bo dewleta Tirk li Amêdiyê wê rê û baregeh ava bikira.

TEVGERA DAGIRKERIYÊ YA KU BÛ GIRÊKA XIRBOQÎ

PDK’ê ji bo alîkariya artêşa Tirk a ku di dawiya meha Tebaxê de li Girê Amediyê asê mabû, zend û bendê xwe bada. Cenazeyên leşkerên herî payebilind ên Hûlûsî Akar di destê gerîla de diriziyan. Du helîkopterên wî di nava demeke kurt de li Girê Amêdiyê hatibûn xistin. Neçar man ku yekê eşkere jî bikin. Rewş hate asteke wisa ku dewleta Tirk êdî nedikarî rewşê bidomîne. Kîjan helîkopter dihat derb lê dihat xistin. Hemû neql an jî tehliyeya ku dewleta Tirk li Girê Amêdiyê dikir êdî xwedî rîskên mezintir bû. Ji ber vê dixwestin ji bejahî ve tiştekî baş bikin. Di demeke wisa de PDK’ê di nava çend rojan de rêya ji bo dewleta Tirk çêkiribû bir heta parka li pişt Amêdiyê û di nava hefteyekê de rê bir ser Girê Amêdiyê. Li qada Saha Komando ya ku dewleta Tirk ev der wekî biryargeh bi kar dianî, dest bi çêkirina baregehekê kir. Hê jî hêzên PDK’ê û leşkerên Tirk li wir bi hev re ne.  Leşkerên li her sê çeperên din her roj 5 deqîqeyan dimeşin tên baregehê, pêdiviyên xwe yên erzaqê temîn dikin û dîsa vedigerin çeperên xwe.  Li vir PDK yekser tevlî şer bûye û beriya artêşa Tirk xwe dide pêş. Hatiye asteke wisa ku ew xwe dide pêş xetereyê. Ne bi tenê bi awayekî fîîlî tevlî şer bûye, di heman demê de heyetên ji derve tên asteng dike, nahêle nûçegihan biçin herêmê û li ser navê Kurdan her cure manîpulasyonê dike.  Di qada navneteweyî de pişta dewleta Tirk xurt dikin. Ev hemû nikarin mezinahiya şer ji holê rake. Şer gelekî mezin û berfireh e. Di heman demê de dewleta Tirk li qadên şer sûcên mirovayetiyê yên mezin dike. Gerîla jî nasekine. Belgeyên ku heqîqeta rastîn datîne holê jî pêşkêşî raya giştî dike, hemû manîpulasyonên dewleta Tirk û PDK’ê pûç dike. Xeleq tengtir dibe.

DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊN XWE ZÊDETIR DIKE

Ji ber ku artêşa Tirk têk çû, ji bilî berfirehkirina operasyonê tu alternatîfeke din nabîne. Di vê demê de giraniya xwe dane rojhilatê Zapê ya li ser xeta Çemço û Sîda û di heman demê de bi kepçeyan hewl dide tunelên şer ên Werxelêya Avaşînê û qada Şikefta Birîndara û Karkerê ya Zapê hilweşînin. Xaleke ku ez wek rewşeke girîng dibînim û divê bi taybetî jî li ser were sekinandin ev e ku; Beriya ku kepçe û dozeran bînin vir, ev herêm her roj bi bombeyên nukleerî yên taktîkî dihatin bombekirin. Di heman demê de HPG'ê di daxuyaniyên xwe de derbarê gazên kîmyewî û çekên hatine bikaranîn agahiyên zelal dabû. Di encama van hemûyan de artêşa Tirk a ku nekarî berxwedana gerîla bişkîne, bi kepçe û dozeran, bi bi tank û wesayîtên zirxî kete Zapê. Lê ev jî wateya maliyeke mezin û rîskên mezin. Ji ber ku her wesayîta zirxî û tank, dibû hedefa tîmên gerok ên gerîlayan. Heta havînê şer bi lezgînî domiya û şîddeta wê zêdetir bû. Ne hewldanên PDK’ê û ne jî bombeyên taktîk nukleer û kîmyewî yên dewleta Tirk nekarî encama ku wan xwestiye bide wan. Artêşa Tirk asê ma. Di demeke wisa de HPG’ê li ser hev dîmen û belge weşand û bi awayekî zelal nîşan da ku şer di ast û tarzeke çawa de didome.

BELGEYÊN HATIN WEŞANDIN

Dîmenên kêliyên dawî yên 2 gerîlayên ku di encama gazên kîmyewî de mabûn, ji aliyê HPG'ê ve di dawiya havînê de hatin weşandin. Ev dîmen li ser karakter û mezinahiya şer bû belgeyeke girîng û dîrokî. Beriya her tiştî HPG û rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi giştî li ser parvekirina van dîmenan ji bo demekê nîqaş kirin û nedixwestin van dîmenan biweşînin. Ji ber ku hêzên esil ên ku şerê qirkirina Kurdan fînanse û teşvîq dikin, ligel ku gelek caran belge û testên DNA’yê ji saziyên navneteweyî re dihatin şandin jî, van hêzan nedihiştin sûcên dewleta Tirk derkeve holê û xwe bêdeng dikirin. Ji bo ku heqîqet were fêmkirin ev dîmen hatin weşandin. Ev dîmenên ku mirovan nedixwestin temaşe bikin, ji bo gerîlayên HPG’ê jî ne hêsan bû. Bêguman ji bo gelê Kurd û ji bo malbatên her du gerîlayên HPG’ê yên şehîd bûbûn, meseleyeke giran bû. Lê ji bo ku heqîqet were fêmkirin û were dîtin ku keç û kurên gelên Kurd şerekî çawa yê qehremanî dikin, divê ev tişt bihata dîtin. Divê derketa holê ku PDK di serî de hêzên herêmî û navneteweyî hevkariyeke çawa ava kirine. Divê gelê Kurd ev tişt bidîta. Ev belgeyên dîrokî yên ku HPG'ê ragihand jî evr rastî nîşanî me da, hêzên navneteweyî bi taybetî jî NY ne tenê bêdeng dimînin, van derfetan jî didin dewleta Tirk û xwe li bêdengiyê datînin. Ev rastî derketiye holê. Hêza sereke ya şerê qirkirina Kurdan dimeşîne NATO bi xwe bû. Bi vî rengî plansaziya tinekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê dane ber xwe. Bi destê rejîma Tirk a faşîst wê vê tinekirinê pêk bînin. Ji aliyê din ve jî israr dikirin ku Barzaniyan wekî li ser gelê Kurd nûner ferz bikin.  Ev hemû bûyer helbet ji aliyê siyasî û wijdanî ve ji aliyê gelê Kurd ve tên zanîn. Bîranîneke kolektîf heye ku sedsalek bi qirkirin, komplo û xiyanetên navxweyî derbas bûye. Heke hinek kes baweriya xwe bi hêza sermayeyê û alavên ragihandinê tînin û dixwazin heqîqetê berevajî bikin û naxwazin rastiyê bibînin, wê xelet derkevin.Ne sal heke sedsal jî derbas bibe, wê hesabê van qetlîam, zilm, neheqî û îxanetê were pirsîn. Ev tişt di bîra gelê Kurd de cih digire û wê neyê jibîrkirin.

ZANABÛNA GERÎLA BÊTIR ÇÊBÛ

Hêzên gerîla ev du sal in bi îradeyeke ji pola şerekî wisa dikeku belkî li cîhanê mînaka wê tune. Tevî hemû derfetan bi rêbazên hovane êrîş kirin û hevrêyên wan qetilkirin, hişt ku hesta tolhildanê û îradeya wê ya şer jî ewqas bi hêz be.

Eşkere ye ku bi van rêbazên hovane û bêexlaqî hewl tê dayîn berxwedana gerîla bê şikandin. Lê belê ev dibin sedem ku hêzên gerîla ber bi têkoşîneke dijwartir û tûjtir biçe. Di vê çarçoveyê de operasyonên şoreşgerî yên di van rojên dawî de hatin pêşxistin ji bo tolhildana çekên kîmyewî bû. Agahiyên girîng hene ku em asta performans û manevrabûna gerîla baştir bibînin, bi taybetî di ezmûna şer a du salên dawî de. Li aliyê din em jî dibînin ku dewleta Tirk bi operasyona ku li Rojava bi erêkirina DYA û Rûsyayê pêk anî, li hemberî operasyonên şoreşgerî yên gerîlayan, operasyoneke çawa daye destpêkirin. Ne pêkan e ku bi van hemû geşedanan re ji hev serbixwe bisekine û di raya giştî de feraseteke wiha heye. Lê di vir de xala girîng ew e ku NATO li dijî gelê Kurd şerekî çawa ya qirkirinê da meşandin û ji bo rejîma Tirk a faşîst a ku heta qirikê li Zapê asê mabû çawa destek da, em ê bi zelalî bibînin.

OPERASYONÊN ŞOREŞGERÎ YÊN KU DIJWAR BÛN

Nerehetiya artêşa Tirk di meha Tebax û Îlonê de derket holê. Belkî jî artêşa Tirk bi xwe hêza gerîla herî baş dizanibû, hesab dikir ku gerîla wê tola hevalên xwe yên bi çekên kîmyewî bi awayekî hovane qetil kirin hilîne. Bi destpêkirina barana payîzê re, yekîneyên gerîlla yên bi tevger fersend bi dest xistin ku operasyonên şoreşgerî yên berfireh û bi koordîne organîze bikin. Di vê rewşê de artêşa Tirk ji bo di zûtirîn demê de bigihije gelek herêman lez kir, lê ne di wê pozîsyonê de bû ku bi tena serê xwe li herêmê bi rê, makîneyên înşaetê û wesayitên zirxî serdest be. Berovajî vê, bi hemû derfetên xwe ketina artêşa Tirk a li nava kûrahiya herêmê, hedefa hêzên gerîla zêde kiriye. Ji ber ku di xala gihîştî de, tenê du vebijark mabûn; Yan wê artêşa Tirk hemû leşkerên xwe vekişîne û qebûl bike ku operasyon bi ser neketiye, yan jî tevî windahiyên mezin ên madî û manewî wê dewam bike. Bi berçavgirtina karekterek rejîmê ya bi vî rengî, diyar bû ku ew ê li ser vê yekê israr bike û bi dîzaynkirina siyaseta navxweyî ji vê rewşê hewl bide rejîma xwe mutleq bike.

Nîşandana şerê li qadan ji civakê re bi tevahî cûda ye. Di mehên Tebax û Mijdarê de bûyerên ku nîşan didin ev rewşa xitimandinê zêdetir derketiye holê. Ya yekem li herêma Girê Cûdî ya li rojavayê Zapê pêk hat. Artêşa Tirk a ku di operasyona şoreşgerî ya tîmên gerîla yên bi tevger de derbeyên giran xwaribû, ji van deran hate bêbandorkirin û cenazeyên leşkeran di bin kontrola gerîlayan de bûn. Li vir cara ewil em bi rastiyeke hêj dervî mirovî re rû bi rû ne. Leşkeran gav avêtin û hatin ser cenazeyên xwe, lê li şûna ku cenazeyan bigirin, li ser hev kom kirin û şewitandin. Agahiyeke din a li vir balkêştir bû, ku gerîlayên li herêmên din jî şahidî kirin; Cenazeyên hinek leşkeran tên girtin, hinek jî li qadê tên hiştin an jî bi bomberdûmana dijwar tên îmhakirin. Bi dîtina min xala herî bingehîn û girîng ev e. Çima cenazeyên hinek leşkeran bi taybetî tên girtin? Ma ev leşkerên payebilind in? An jî tenê ji bo tijîkirina tabûtê û merasîma veşartinê pêk anîne? Ger mijar tenê tijekirina tabûtê bûya, ji bo leşkerê ku cenazeyê wî di destê gerîla de bû merasîmek hat lidarxistin û belkî jî tabûta vala hat hilgirtin. Wê demê bi îhtîmaleke mezin ev leşkerên payebilind in û ji ber vê bi israr dixwestin li hin herêman cenaze bigirin. Dema ku nekarîn bigirin jî bi bomberdûmanên dijwar cenazeyên xwe parçe parçe dikirin.

Di 3’ê Mijdarê de li herêma Girê FM ya di navbera Metîna û rojavayê Zapê de bûyerek din pêk hat. Piştî çalakiya gerîlayan cenazeyê leşkerek û alavên leşkerî hatin desteser kirin. Piştre HPG’ê nasnameya vî leşkerî jî eşkere kir. Piştre jî HPG'ê agahiyên nasnameya vî leşkerî eşkere kir û hat fêmkirin ku; Artêşa Tirk navê vî leşkerî ji raya giştî re eşkere nekiriye. Ev bûyereke wiha bû ku nîşan dida bê ka rewş çendî ji kontrolê derketî ji bo artêşa Tirk. Bûyerên wiha piştre cardin pêk hatin. Divê ez li vir balê bikişînim ser wê; Min tenê hewl da ku li vir hin bûyerên taybet weke mînak nîşan bidim, heke em bi hûrgilî li daxuyaniyên ku HPG'ê di tevahiya salê de dane binihêrin û vîdeoyên ku bi rêya Gerîlla TV weşan dikin temaşe bikin, pêkan e ku bi hemû eşkeretiya xwe bibînin bê ka artêşa Tirk çawa şikestineke mezin jiyaye. Ji ber vê yekê ez li vir tenê hin bûyerên ku xalên şkestinê yên girîng destnîşan dikin bi kurtî û behs dikim.

BI LEZ Û BEZ BERÊ XWE DA SER SÎNOR

Operasyonên şoreşgerî yên hêzên gerîla yên di dawiya meha Mijdarê de li herêmên Girê Cûdî yên Zapê û Girê Hakarî yên Metîna pêk anîn, di nava leşkerên rejîma faşîst de hejandinek çêkir. Hûlûsî Akar bi lez û bez hat herêma ser sînor û ji daxuyaniya ku daye mirov fêm dike ku çawa matmayî maye. Weke ku ji vir jî tê dîtin û fêmkirin, gerîla li gorî her demsal û şert û mercên eraziyê taktîk û şêwazê tevgerê pêş dixe. Lê belê, ew taktîk in ku her sal encamên dewlemendtir û cûda dibin. Ji ber ku dema em li rewşa qada şer dinêrin, hemû taktîka operasyonê ya artêşa Tirk sabît e, ji bilî çend taktîkên bingehîn, wek mînak leşkeran bi helîkopteran hewl didin li ser girekî bi cih bikin ku bi giştî helikopter tê hedefgirtin û derbkirin. Paşê hewl dide tunelên şer ên gerîla hebin îmha bike û li vir bi giranî çekên nukleerî yên taktîkî û kîmyewî bikar tîne. Di vê rewşê de hêzên gerîla bi hemû hêza xwe di tunelên şer de li ber xwe didin, li aliyê din jî yekîneyên gerîla yên li kûrahiya bejahiyê bi cih bûne, bênavber li yekîneyên dijmin a li derdorê dixin. Di meha Tebaxê de çalakiya gerîlayan a li herêma Mamreşo ya Avaşînê weke mînak bê nîşandan wê hîn ronîtir be. Herêma Mamreşo yek ji eniyên destpêkê yên vê operasyonê bû ku di 24’ê Nîsana 2021’an de hatibû destpêkirin. Ji ber vê yekê, weke ku ji vir jî tê dîtin, divê bi taybetî were bibîrxistin ku qaşo artêşa tirk bi tam serwerî bidest xistiye, baregehek ava kiriye û ber bi xeta Werxelê û Çemço ve diçe. Xuya ye ku wezîrê şer ê rejîma faşîst, ji ber ku hêzên gerîla wê di mehên zivistan û destpêka biharê de çalakiyên xwe yên şoreşgerî zêdetir bikin û artêşa Tirk derbeyên girantir bide, wê ji bo demekê li ser sînor bi cih bibin.

DIVÊ GELÊN TIRKIYEYÊ BIRYARÊ BIDIN

Berxwedana paradîgma û sîstema ku Rêber Apo li Îmraliyê li dijî hemû zextan pêş xist û berxwedana gelê Kurd û bi taybetî jî gerîla paralelî berxwedana Îmraliyê dest pê kir ku ji bo gelên herêmê bi taybetî cîhanê, bûye çavkaniya hêviyê. Îro eger di asta dewletan de rê ji faşîzma Tirk re bê dayîn jî, gelên cîhanê û wijdanê mirovahiyê êdî li hemberî vê qirkirinê bêdeng namînin. Di vir de ya girîng ev e; Gelê Tirk wê biryareke bi çi rengî bide. Ya bi refleksên nîjadperestiyê yên bi salan e ku dewletê daye meşandin tevbigerin, hemû têkiliyên xwe yên bi gelê Kurd re qut bikin, an jî vê jehrîkirina nîjadperestî nas bikin û dev ji polîtîkayên xwe yên înkar û qirkirinê berdin û bi gelê Kurd re siberojeke wekhev ava bikin. Divê hêzên rewşenbîr û demokratîk ên li Tirkiyeyê bandora hilweşîner a vî şerî rast binirxînin.