KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Ruhê berxwedanê yê Sara bi gerîlayên jin re ye'
Ji gerîlayên HPG'ê Serhat Jêhat anî ziman ku ruhê berxwedanê yê Sara li tunelên şer bi gerîlayên jin re ye. -
Parlak: Colemêrg ji erdhejê re ne amade ye
Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Nezîr Parlak bi bîr xist, ku Colemêrg di bin rîska erdhejê de ye, lê belê ne ji bo erdhejê ne jî ji bo pêvajoya piştî erdhejê amade ye. -
Êrîşî baregeha Emerîkayê ya li Hewlêrê hate kirin
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan bi balafireke bêmirov êrîşî baregeha hêzên hevpeyman a li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê kirine, lê beriya ku bigihêje armanca xwe hatiye xistin. -
Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di weşana zindî de xwe dan naskirin
DEM Partiyê bi bernameya "Bernamzetên me diaxivin" bi weşaneke zindî bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da naskirin. -
DEM Partî çû serdana malbata ku êşkence lê hatî kirin
Rayedarên DEM Partiyê çû serdana malbata ku li Geverê êşkence lê hatî kirin. -
Baroya Colemêrgê: Li Geverê êşkence li malbatekê hate kirin
Baroya Colemêrgê diyar kir ku li Geverê êşkence li malbateke Kurd hate kirin û ragihand ku ew ê vê bûyerê bişopînin. -
HPG: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin
Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bê navber dewam dikin. Di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin. Derb li kepçeyekê û 2 çeperan hate xistin. -
Gerîlayên YJA Starê Amara û Rûken li Mexmûrê hatin bîranîn
Gerîlayên YJA Starê Amara Rûbar (Ayşe Kapar) û Rûken Amara (Guler Gungen) li kampa penaberan a Mexmûrê di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn. -
DFG û MKG'ê ji bo 'Roja Rojnamevên Dixebitin' peyamek dan
DFG û MKG'ê bi wesîleya 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin daxuyaniyek dan û bal kişandin ser rojnamevanên girtî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê piştevaniyê mezin bikin û zordariyê têk bibin." -
Asayîşa Êzidxanê wê sala nû hîn mezin û berfireh bibe
Asayîşa Êzidxanê karên xwe yên salekê nirxand û têkildarî sala nû hate gotin, "Wê yek ji armancên asayîşê ya sala nû avakirina Asayîşa Jinê ya Êzidxanê, vekirina gelek beşên nû li bin banê asayîşa Êzidxanê û pêkanîna dewreyên pisporiyê be." -
Di êrîşa hêzên Îranê de kolberek hate kuştin
Di êrîşa hêzên dewleta Îranê de kolberek li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê hate kuştin. -
YRK: Ji ber êrişên dewleta Tirk ziyan gihîşt bax û baxçeyê gundiyan
YRK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Asosê de ti ziyan negihiştiye hêzên wan, lê bax û baxçeyên gelê herêmê ziyan dît. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Metînayê weşand. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
'Heta tola hevrêyên xwe hilînin em ê şer bikin'
Gerîlayê HPG'ê Kemal Pîr şehîdên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anî û got, "Heta ku tola hevrêyên xwe hilînin, şerê me wê bênavber dewam bike." -
Ava herî biha li Wanê tê firotin
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ava herî biha ya Tirkiyeyê li Wanê difiroşe. Di nava 6 mehan de buhayê avê 5 caran zêde kir. -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 35’an dewam dike
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Panaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 175’an de bi koma 35’an bi biryardariyek xurt dewam dike. -
TJA’yê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anî
TJA’ê yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera’ê KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 11'emîn qetilkirina wan de bi bîr anî. -
Li Mahabadê 2 Kurd hatin revandin
Hat zanîn ku hêzên dewleta Îranê li Mahabadê 2 Kurd revandin. -
Niyaz Hamîd: Tevî planên PDK’yê jî Kerkûkê kurdistanîbûna xwe îsbat kir
Çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd got, "Tevî planên PDK’yê û hevkariya wê ya bi dewletên dagirker re û hewldanên erebkirina bajêr, Kerkûkê kurdistanîbûna xwe îsbat kir." -
YJA Star: Tolhildana Sara û hevrêyên wê hinceta me ya herî mezin a têkoşînê ye
Fermandariya Navendî ya YJA Starê got, "Em ê mîna Sara, dijmin aciz bikin û hesab bipirsin" û diyar kir ku ew bi biryar in têkoşîna jinê ya azad bigihînin hemû jinên cîhanê. -
Cenazeyê şehîd Têkoşer Pêncewîn hate veşartin
Cenazeyê Têkoşer Pêncewîn ku di şerê li Elkê de şehîd bû, li Amedê di bin dorpêçê de hate veşartin. -
Şehîdên Parîsê li Binarê Qendîl û Digûrê hatin bibîranîn
Li Binarê Qendîl û Digûrê, jinên şoreşger yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. -
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Andiç û Yîgît piştî 5 mehan radestî malbatên wan kirin
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Levent Andiç û Haci Alî Yîgît yên di 27’ê Tirmeha 2023’an de li çoltera gundê Bilbês ê navçeya Elkê şehîd bibûn, piştî 5 mehan radestî malbatên wan hatin kirin. -
'AKP hilbijêran ji derve tîne Îdirê'
Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn diyar kir ku AKP ji bo şaredariya Îdirê bi dest bixe hilbijêr anîne û got ku ew ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin û pêvajoyê bişopînin. -
ICAD: Divê Silêman Ehmed demildest bê berdan!
Komîteya li Dijî Windakirinên Binçavan a Navneteweyî (ICAD) xwest rojnamevan Silêman Ehmed ê ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatiye binçavkirin û ev 2 meh û nîv e agahî jê nayê girtin, demildest bê berdan.