DFG û MKG'ê ji bo 'Roja Rojnamevên Dixebitin' peyamek dan

DFG û MKG'ê bi wesîleya 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin daxuyaniyek dan û bal kişandin ser rojnamevanên girtî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê piştevaniyê mezin bikin û zordariyê têk bibin."

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin daxuyaniyên nivîskî dan. DFG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di tevahiya dîroka komarê de rojnamevan di bin zextê de bûn û azadiya çapemeniyê tune bû û wiha got: “Her çend 10’ê Çileyê ji bo rojnamevanan rojek girîng be jî mixabin rastiya ‘rojnamevaniyek hatiye hepiskirin’ hê jî bi awayekî dilsoj li pêş me ye. Ji ber wê yekê ye ku pîrozkirina wê xwe ji awayê şeklî xelas nake. Bi kurtasî ji bo 10’ê Çileyê, em bibêjin roja ‘Rojnamevanên naxebitin’ em wê zêde mezin nakin.”

Bi domdarî DFG’ê wiha got: “Çapemeniya azad û rojnamevanên kurd ku li dijî zext û bêhiqûqiyên li ser azadiya çapemeniyê ya li welat dengê xwe bilind kirin û rêveçûna heyî qebûl nekirin, di salên 90’î de wekî nefesekê derket holê. Lê bi zext û qetilkirinan hewl dan vê nefesê tune bikin. Bi dehan hevalên me yên rojnamevan şehîd bûn. Avahiyên rojnameyên me bombe kirin. Buroyên me yên rojnameyan hatin girtin. Rojnamevanên bi rûmet, hatin darizandin, girtin û hatin sirgûnkirin. Li gel vê yekê jî mirov dîsa dikare qala çapemeniya azad ku berxwedan û têkoşîna xwe dewam dike û wê bike.

Piştî wê di serdema 22 salên dawî de, bi taybetî di 10 salên dawî de li holê ye ku îqtîdara AKP’ê çapemenî anîye çi halî. Îro ji xeynî rojnamevanên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tên û rojnamevanên ku pênûsa xwe nafiroşin, saziyên din ên çapemeniyê û xebatkarên wan, hema bêje, nikarin bêyî fermana dewletê tev bigerin û nikarin serbixwe bixebitin.

Rojnamevanên ku bi rûmeta xwe têdikoşin jî, ji bo azadiyê canê xwe didin û dest ji rastî û heqîqetê bernadin. Bêguman dema rewş wisa be, raste rast dibin hedefa êrîşan. Li qadê dema nûçe dişopînin, gelek astengiyan derdixin pêşiya wan. Pergala ku zextan pêş dixe, rojnamevanên ku nikare wan li qadê asteng bike, vê carê bi rêya darazê wan asteng dike. Saziyên darazê jî bi temamî li dijî hiqûqê biryaran didin û hiqûqê qetil dikin. Wekî ku dema em li binpêkirinên mafan ên di sala 2023’yan de dinêrin, em dibînin ku darizandinên rojnamevanan derketine asta herî jor. Ev jî nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê rojnamevanî çiqas zor e. 
 
Di rewşek wisa de Wezîrê Dadê li çavê mirovan dinêre û dibêje ‘Rojnamevanên girtî tune ne.’ Lê daneyên rojnamevanên girtî li pêş çavan in. Hê jî zêdeyî 50 rojnamevanên girtî hene. Yek ji vana jî Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû ye. Ji xeynî vê yekê jî çend roj berê hevalên me yên rojnamevan hatin berdan. Di navbera salên 2022-23’yan de bi dehan rojnamevan hatin girtin û hatin berdan. Hê jî gelek rojnamevanên hatin girtin hene.

Rojnamevanên ceza xwarine hene. Di rojên dawî yên salê de jî rojnamevan hatin girtin. Furkan Karabay hêj nû hat berdan. Îro ku ji bo rojnamevanan rojek taybet e, 6 hevalên me yên rojnamevanên jin dê derkevin pêşberî dadgehê.

Tenê ji ber ku ji bo hevalên xwe yên girtî dengê xwe bilind kirin; lêdan xwarin, hatin binçavkirin û der barê wan de doz vebû. Ji ber van rastiyên heyî, em dibêjin em ‘Bi rastiya îqtîdara ku rojnamevaniyê qetil dike’ re rû bi rû ne.

Li ruxmê van hemû rastiyan, dîsa em 10’ê Çileyê Roja Rojnamevan ên xebatkar li hemû rojnamevanên bi rûmet pîroz dikin. Bi şiara ‘Çapemeniya azad, civaka azad’ em bi mezinkirina piştevaniyê dikarin bêtir vê zordarî û zilmê têk bibin.

MKG’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zext li ser rojnamevanên li Tirkiyeyê heye. MKG’ê bi domdarî wiha got: “Ji ber van zextan, rojnamevan di serî de jin û zarok û xweza bi tevahî hewl didin dengê her aliyên civakê bidin bihîstin. Her roj girtin û binçavkirina rojnamevanan zêde dibin. Her roj êrişên curbecur li rojnamevanan tên kirin. Bi taybet ev yek li jinên rojnamevan tên kirin. Her wiha li tevahiya kedkarên çapemeniya azad tê kirin. Rojnamevanên jin ên dixwazin karê xwe bikin, têkoşîna xwe ya li dijî êrişan hem li girtîgehan hem jî li derve dewam dikin. Yek ji rojnamevana têkoşîna xwe dewam dike Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Dîcle Muftuoglu ye. Dîcle ev 257 roj in di girtîgehê de ye. Li gor rapora me wekî MKG'ê amade kir Dîcle 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hatiye girtin. Niha dîsa li gor rapora me 10 jinên rojnamevan di girtîgehê de ne.

Îro ji bo jinên rojnamevan ‘nexebitin’ her cure zext û êriş li wan tên kirin. Em wekî MKG'ê dîsa dibêjin ku em ê, bi hempîşeyên xwe yên ‘nikarin bixebitin’ di nava piştevaniyê de bin.”