DEM Partî çû serdana malbata ku êşkence lê hatî kirin

Rayedarên DEM Partiyê çû serdana malbata ku li Geverê êşkence lê hatî kirin.

Duh bi şev polîsên tîmên taybet li Taxa Nû ya navçeya Gever a Colemêrgê bi ser mala malbata Kurt de girtin û endamên malbatê derb kirin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çû serdana malbatê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez, parlamenterê HDP’ê yê berê Saît Dede û gelek endamên partiyê di serdanê de cih girtin. Şandeya DEM Partiyê li cihê bûyerê lêkolîn kirin.

Parlamenter Onur Duşunmez got ku êşkence û miameleya xerab a li malbatê hatiye kirin bi rapora derbkirinê ya ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatiye wergirtin tespîtkirî ye. Duşunmez, wiha got: “Ji bo berpirsyarên bûyerê bên cezakirin, em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin. Ev ne cara ewil e ku li Colemêrgê êşkence tê kirin.”

Bi domdarî Duşunmez da zanîn ku sedema van binpêkirin û bûyerên êşkenceyê, polîtîkaya necezakirinê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Piştî binpêkirinên polîsan, ji bo rewakirina êşkenceyê hincetên weke ‘li ber xwe da’ û ‘li dijî polîsan derket’ tên nîşandan. Bi vî awayî faîl tên parastin. Ev cihê ku hûn dibînin, polîsan li vê derê bombeyên deng avêtin nav zarokan, bi çekê ketin hundir û bêhiqûqî û bêwijdanî kirin. Bêyî ku biryareke dozgeriyê hebe, bi awayekî keyfî bi ser malê de digirin. Em ê vê bûyerê ji nêz ve bişopînin û serî li hemû rêyên qanûnî bidin.”