YRK: Ji ber êrişên dewleta Tirk ziyan gihîşt bax û baxçeyê gundiyan

YRK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Asosê de ti ziyan negihiştiye hêzên wan, lê bax û baxçeyên gelê herêmê ziyan dît.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) derbarê êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Asosê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YRK’ê bi vî rengî ye:

“Di dîroka 6’ê Çileya 2024’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 4 caran herêma Asos bombebaran kir. Di wan êrîşan de ti ziyanek negihişt hêzên me, lê bax û baxçeyên gelê me yê herêmê ziyan dît.”