Baroya Colemêrgê: Li Geverê êşkence li malbatekê hate kirin

Baroya Colemêrgê diyar kir ku li Geverê êşkence li malbateke Kurd hate kirin û ragihand ku ew ê vê bûyerê bişopînin.

Polîsan duh bi şev li Taxa Nû ya Gever a Colemêrgê bi ser mala malbata Kurt de girtin û endamên malbatê derb kirin. Baroya Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek parêzerên li Geverê têkildarî mexdûriyeta malbatê jiyayî daxuyanî dan.

Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan di daxuyaniya li pêşiya Edliyeya Geverê de axivî û da zanîn ku mala ku bi ser de hatiye girtin mala malbata yek ji parêzerên Baroya Colemêrgê Ramazan Kurt e. Canan, wiha domand: “Hêj ji deqeyên ewil ên serdegirtinê ve polîsên tîmên taybet ên birûpoş dest bi êşkencekirina endamên malbatê kirin û tundî lê kirin. Heman polîsan di nava malê de gule reşandin. Di encama van çalakiyên tundî û derbkirinê de ji endamên malbatê 3 kes rakirin nexweşxaneyê. Ji kêliya ewil ve em bûn şahidên bûyerê. Me mudaxileya pêwîst kir û girteka tiştên qewimî girt. Endamên malbatên yên hatin derbkirin ji bo îfadeyê birin qereqolê û piştre hatin berdan. Di nava hefteya dawî de li navenda Colemêrgê û navçeyê wê gelek caran bi awayekî derhiqûqî di bin navê lêgerînê de bi ser malan de tê girtin û êşkence û miameleya xerab li gel tê kirin. Li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî îmzekirine û hiqûqa navxweyî, êşkence hatiye qedexekirin.”

Bi domdarî Canan anî ziman ku tawanbariya derheqê kesan de çi dibe bila bibe divê êşkence lê neyê kirin û wiha bi dawî kir: “Divê tişta pêwîst derheqê hêzên ewlekariyê û peywirdarên ev êşkence û miameleya xerab kirine de bên destpêkirin. Divê meqamên darazê tavilê têkildarî vê êşkence û miameleya dermirovî û tundiyê de lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin. Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê vê bûyerê bişopînin.”