'AKP hilbijêran ji derve tîne Îdirê'

Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn diyar kir ku AKP ji bo şaredariya Îdirê bi dest bixe hilbijêr anîne û got ku ew ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin û pêvajoyê bişopînin.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Îdirê Yilmaz Hûn, li avahiya Rêxistina DEM Partî ya Îdirê têkildarî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an pêk were û anîna hilbijêrên AKP’ê yên li bajarên Kurdistanê daxuyanî da çapemeniyê.

KESÊN KU DI JIYANA XWE DE ÎDIR NEDÎTINE ANÎNE VIR

Hûn anî ziman ku AKP bajarên Kurdan ên ku nikare bigire, dixwaze bi sextekariyê bigire. Hûn nerazîbûn nîşanî Waliyê Îdirê yê ku beşdarî şahiya AKP’ê bû û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê bajarên ku nekarî d hilbijartinan bigire, hewl dide bi darê zorê û bi rêbazên sextekariyê bigire. Em careke din dibin şahidê lawaziya AKP’ê ya li herêmên Kurdan. Hikûmeta AKP'ê ji bo şaredariyên ku bi hilbijartinê nekarî bi dest bixe, di serî de bajarê me Îdirê, bi sextekarî  hilbijêran tîne vir. Ev kesên ku tînini di jiyana xwe de nehatine Îdirê û ev bajar nedîtine. Bi vî awayî hewl didin Şaredariya Îdirê bi dest bixin. Ev bajar ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin. Qeyûmê Îdirê erdên vî bajar derxistiye firotinê. Erdên ku sed sal in nehatine firotin, didin sermayedarên xwe. Pêwîste Waliyê Îdirê biryarekê bide. Ew qeyûmê vî bajarî ye, yan serokê bajar ê AKP’ê ye? Mîna ku li vî bajarî tenê AKP heye, Serokê bajar ê AKP’ê bi xwe re digirîne û diçe vekirinan. Ger waliyê vî bajarî bixwaze siyasetê bike bila îstifa bike û di partiya xwe de bibe namzet. Em ê lê binêrin bi îradeya gel wê kê hilbijêr e? Her kes dizane ku ev gel li ceml DEM partiyê ye yan jî AKP’ê ye.”

'EM Ê MAFÊN XWE YÊN HIQÛQÎ BI KAR BÎNIN’

Parlamenterê DEM Partiyê Hûn destnîşan kir ku ew ê pêvajoyê bişopînin û hemû mafên xwe yên qanûnî bikar bînin. Hûn wiha dawî li axaftina xwe anî. “Ev banga me ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) re ye. Em dixwazin vîna gel di sindoqan de weke xwe derkeve holê. Ez dixwazim serlêdanên me yên îtîrazê yên der barê hilbijêrên ji derve anîne bi berfirehî bên lêkolînkirin. Banga me ya din jî ji rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên vî bajarî re ye. Destûr nedin hilbijêrên ku ji derve tên, demokrasiyê asteng bikin. Dixwazin bi anîna hilbijêrên ji derve qeyûmê bînin ser vîna gel. Em vê rewşê qebûl nakin. Em dixwazin her kes li dijî vê derkevin. Bila hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Em weke DEM Partiyê dê hemû mafên xwe yên qanûnî bikar bînin."