HPG: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bê navber dewam dikin. Di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin. Derb li kepçeyekê û 2 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Metînayê;

5'ê Çileyê saet di 10:30 û 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekêng iran li çeperên dagirkeran hate xistin. Di çalakiyan de çeperek hate îmhakirin, derb li çeperekê hate xistin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

7'ê Çileyê saet di 06:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

7'ê Çileyê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

7'ê Çileyê saet di 10:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

7'ê Çileyê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bi kepçeyan rê çêbikin û di encamê de derb li kepçeyekê hate xistin.

8'ê Çileyê saet di navbera 09:45 û 16:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

8'ê Çileyê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sabotajê li dagirkeran hate xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

8'ê Çileyê saet di 15:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û hewldana dagirkeran a ketina çeperê hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9'ê Çileyê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li herêma Xakurkê;

5'ê Çileyê saet di 17:30'î de li derdora Girê Kevortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

9'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê çeperên me yên şer 4 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

7 û 8'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, çeperên me yên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî û 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

7, 8 û 9'ê Çileyê li herêma Metînayê qadên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîli 4 caran, li herêma Xakurkê Ava Lolanê, Sinînê, Girê Şehîd Şerîf 5 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Girê Bihar 2 caran, li herêma Garê Dola Mêranê carekê; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."